Komiteya Mamostayên Sûdanê banga agirbestê kir

Komîteya Mamosteyên Sûdanê destnîşankirin ku ji ber pevçûnên li Sûdanê 19 milyon zarok ji xendinê bêpar mane û ji bo avakirina eniyek agirbestê bang li aliyên şer kirin.

 SELMA EBDUREHÎM

Sûdan - Pevçûnên di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de salekê berdewam in. Komîteya Mamosteyan a Sûdanê banga agirbesta lezgîn di navbera her du aliyên şer de û pabendbûna bi biryarên Neteweyên Yekbûyî û rûniştina li ser maseya danûstandinan kir. Endama Komîteya Mamosteyan a Sûdanê Doria Mihemed Babiker bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku derbarê mijara mamosteyên jin ên li di girtîgehan de, ji bo serbestberdana wan an darizandinên adil zextê bikin.

Banga agirbesta lezgîn

Doria Mihemed Babiker derbarê bangê de wiha got: “Armanca bangê ewe ku eniyeke berfereh ku nexşerêyê diyar bike ku tê de zextê li her du aliyên şer bike da ku agirbestek bilez bi bandor çêbibe û li ser maseya goftoguyê rûnin. Bi riya mekanîzmaya torê ya ku kampanya piştî bidawîbûna qonaxa yekem bi desteyên hevgirtinê re derket holê. Armanca kampanyaya ku di 27’ê hezîranê de hate destpêkirin , gihandina dengê mamosteyên ku şer red dikin û daxwaza aştiyê dikin, ji gelê Sûdanê ji hemû beşan piştgirîyek berfireh a gel dît."

19 milyon zarok ji xwendinê bêpar man

Doria Mihemed Babiker  bal kişand ser wê yekê ku sektora perwerdeyê yek ji beşên ku herî zêde şer û pevçûn bandorê li dike ye û wiha got: “Kampanya Komîteya Mamosteyên Sûdanê ji bo koçberî, malwêranî û penaberiyê ku hemwelatiyên Sûdanê rastî tê ne. Bi milyonek zarok hene ku rûbirûyê bandora şer û wêraniyê bûne û 19 milyon ji wan ji xwendinê bêpar mane, 4 milyon jî vegeriyane qonaxa nexwendewariyê û ev yek li ber çavan e. Ji berhevkirina sê beşên akademîk ên li benda destpêka sala xwendinê ne.”