'Komîteya Dengê Jin dibe pira gihandina jinan a dadgehan'

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo yek ji komîteyên ku di şoreşa jinan de hatiye avakirin û wekî destkeftî pênase dike nirxand û got ku komîteya Dengê Jin a ku pirsgirêk û dozên jinan lêkolîn dike, mekanîzmayeke guncav e.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku jin pêşengiya şoreşê dikin, gelek sazî, rêxistin, komele û dezgehên ku maf û hebûna wê biparêze bi şoreşê re hatin avakirin. Lê yekem car e ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî derbasbûna 10 salan ji şoreşê, wê gaveke nû were avêtin. Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo der barê avakirina komîteyeke nû, gava wê were avêtin de axivî.

'Ji bo ku hebûna xwe biparêze dezgeh meclis û desteyên jinan ava kir'

Evîn Paşo got ku bi çirûska yekemîn a şoreşê re jinan lez daye avakirina rêxistin û dezgehên jinan û wiha domand: "Ji bo ku mafên xwe yên bi şoreşê re ketine dest biparêzin û misoger bikin, jinan li kêleka pêşengiya şoreşê sazî, dezgeh, komele, meclis, ofîs û desteyên jinan ava kirine. Her wiha yek ji armancên wê jî ew e ku wekheviya di navbera her du zayendan de ji nû ve pêk bîne. Ji ber ku herêm di pêvajoyeke wisa de derbas dibû ku tundiya li ser jinan êdî di bin navê ol, urf û adetên civakî de, wê bihata rewakirin û wekî çandekê bihata rûniştandin."

Komîteya Dengê Jin

Evîn Paşo da xuyakirin ku ji bo ku ew pêşî li bûyerên ku di nava civakê de rûnin bigrin di sala 2019'an de gaveke nû avêtine û wiha behsa wê kir: "Ji bo ku hêza ewqas rêxistinên jinan bikin yek û yekser bi xebatên jinan re elaqeder bibin, ji dozên jinan ên ku dihatin ber destên wan çareseriyê bibînin, rêxistineke hevbeş di bin navê Komîteya Dengê Jin de ava kirin. Desteya Jin Komîteya Dengê Jin birêve dibe lê belê di Komîteya Dengê Jin de gelek saziyên ewlekariyê, hiqûqî û edaletê cih digrin. Komîteya Dengê Jin ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Meclisa Edaleta Jin, Kongra Star, Yekitiya Jinên Suryan, Heyeta Wetenî ya Erebî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li ser Jinê û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan pêk tê. Ev komîte ji 2019'an ve heya roja îro xebateke hevbeş dide meşandin û ji gelek doz û pirsgirêkên jinan ku hatin ber destê wan, bûne cihê çareseriyê."

'Dengê jinên bi tundiyê re rû bi rû dimînin digihîne dadgehan'

Evîn Paşo da payin ku di bin navê Komîteya Dengê Jin de gelek doz li hemberî kujer û sûcdaran hatine rakirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li dijî jinan kuştin, destdirêjî û îşkence dihat kirin. Di bin navê vê komîteyê de gelek doz li hemberî kujeran di dadgehê de hatine rakirin û daxwaza lêpirsînê hatiye kirin. Armanc jê ew ku ew jin mafên xwe bigrin û xwe bi tenê û bê hêz nebînin. Pir girîng e ku em vê komîteyê wekî destkeftiyeke şoreşê bibînin."

'Doz, pirsgirêk û sedemên wan li ser maseyekê tê nîqaşkirin'

Evîn Paşo rêxistinbûyîna vê komîteyê û xebatê wê wiha anî ziman: "Êdî mehane wekî Komîteya Dengê Jin em dikarin werin cem hev, pirsgirêkên jinan daynin ser maseyê, nîqaş bikin û jê re rê û rêbazên çareseriyê bibînin. Her wiha hejmara dozên ku ji ewqas sazî û rêxistinan re hatiye, sedema wan çi ne nîqaş dikin û bi hev re plansaziyeke li hember ewqas bûyerên ku derdikevin tê derxistin û meşandin. Pir girîng bû ku dîsa ev komîte were aktîfkirin."

'Her sê mehan carekê dê bîlanço bê derxistin'

Evîn Paşo bal kişand ser xaleke girîng û wiha bilêv kir: "Ji bo ku em bizanibin bûyer û îşkenceyên ku jin pê re rû bi rû dimînin, kêm an jî zêde dibin biryarek hat girtin. Biryar jî ew e ku hejmara dozên tên ber destên saziyên ku me li jorê anîbû ziman, her sê mehan wekî bîlançoyek were derxistin ku rêjeya tundiya li ser jinan zêde yan jî kêm dibe ji raya giştî re were eşkerekirin. Ji bo ku em bikaribin li gorî wê lêkolînê li ser sedeman bikin û jê re çareseriyeke hevbeş bibînin. Bi taybetî piştî ku jinan gavên mezin di warê pêşketina kesayeta xwe û şoreşê de avêtin êdî refleksên hişmendiya mêr derdikevin holê. Nexasim bûyerên qetilkirina jinan di salên borî de asta kîna li hemberî pêşketina jinan nîşan dide."

'Komîteya Dengê Jin deng hêz û stûna jinan e'

Evîn Paşo bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî tundiya li ser jinan tê kirin, erka her jinê ew e ku bibe dengê wan. Ev komîte wê bibe dengê wan jinan, hêz û stûnek ji yên ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Her wiha ev komîte wê bibe hêza ewqas rêxistinên jinan û wan bike yek û bibe hêza çareseriyê. D heman demê de wê dengê jinan bigihîjîne dadgeh û cihên pêwîst. Em ê bi Komîteya Dengê Jin re hewl bidin rêjeya tundiya li dijî jinan tê kirin, kêm bikin."