Komîsyona Mafê Mirov a Iraqê xwest mafên rojnamevanan bên parastin

Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku hîn zêdetir hewldanan ji bo bicihanîna yasayên peywendîdar ji bo parastina rojnamevanan bike.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Iraqê kir ku hîn zêdetir hewldanan ji bo bicihanîna yasayên peywendîdar ji bo parastina rojnamevanan bike. Komîsyonê xwest pêşî li binpêkirinên li beramberî rojnamevanan tên kirin bê girtin.

Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Iraqê bi boneya Roja Cîhanî ya Bidawîanîna Tawanên li dijî Rojnamevanan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Komîsyona Mafê Mirov a Iraqê de daxwaz ji hemû desthilat û saziyên sivîl hat kirin ku hewldanên zêdetir ji bo bicihanîna yasaya peywendîdar ji bo parastina rojnamevanan bikin. Her wiha hat xwestin pêşî li binpêkirin û astengiyên li pêş karên rojnamevanan hene bên girtin.

Di dewamê de hat diyarkirin ku ew giringiyek zêde didin parastina mafên rojnamevanan û got: “Pêwîste tedbîrên pêwîst ji bo binpêkirinên li beramberî rojnamevanan hene, bên girtin. Her wiha astengî werin rakirin û selametiya rojnamevanan bê mîsogerkirin.”

‘Divê ji bo Gulîstan Tara û Hero Bahadîn lêpirsînek berfireh bê kirin’

Hêjayî gotinê ye ku rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bêhaddîn di 23’ê Îlona 2024’an de bi êrişa dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, rojnameger Murat Mîrza jî di 8’ê Tirmeha 2024’an de bi êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê hatibûn qetilkirin.  

Dîrektora Giştî ya UNESCO’yê Audrey Azoulay di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên medyaya dijîtal de bal kişandibû ser qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bêhaddîn û gotibû: “Ez qetilkirina xebatkarên çapemeniyê Gulîstan Tara û Hero Bahadîn şermezar dikim û daxwaza lêpirsîneke berfireh dikim. Li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2222/2015, divê rojnamevan û xebatkarên medyayê wek sivîl di rewşên pevçûnan de bên parastin."