‘Komîn dendika neteweya demokratîk e’

Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed, têkildarî girîngiya komînan di avakirina jiyana hevpar de axivî û diyar kir ku komîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî roleke girîng in, civakek li ser asasê rastî û pêşketî ava dike.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Bi destpêka Şoreşa Rojava re li gund û bajaran bingeha komînan hat avakirin. Di nava şert û mercên zehmet de gel xwe di nava komînan de bi rêxistin dikir. Hemû pêkhateyên Rojava di nava komînan de cihên xwe digrin.

Komîn ku bi awayekî hevbeş, bi bîrdozî û zanebûn pisgirêkên civakê di nav wan de tên nîqaşkirin, pêwistiyên civakê jî li wan tên çareserkirin. Komîn bi sîstema hevserokatiyê û li gorî pêwistiyan ji 12 komîteyên weke aborî, perwerde, çand, huner, tenduristî, parastina rewa, lihevanîn, şaredarî, kedkar, ewlehî, malbatên şehîdan, pêwendiyên civakî û ragihandinê pêk tên. Her wiha li gorî dabeşkirina erkan komîte tên avakirin û xebat tên meşandin. Hevseroka Meclisa bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed, girîngiya Komînan di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de  bi roleke çawa radibe anî ziman ku Komîn civakeke rast û pêşketî ava dike.

‘Avakirina komînan di civakê de girîng e’

Hêvî Ehmed, li ser girîniya komînan a di nava civakê de got: “Komîn di civakê de, civakeke rast û pêşketî ava dike. Di hemû zagonên cîhanê de cihê ku kombûn lê heye parastin, hev temamkirin, çareserkirina pirsgirêkan û jiyana komînal û hevbeş heye. Ji bo wê avakirina komînan di civakê de tişta herî girîng û sereke ye. Ji ber ku ew komîn dibe bersiv ji bo çareserkirina hemû pirsigrêkan. Di civaka komînal de destên ji derve tunene, ji ber ku ew xwe bi xwe bi rê ve dibe û komîte hene ku xebatên xwe didin meşandin. Di her komînê de gelek komîte hene weke komîteya aborî, perwerde, çand, huner, tenduristî, parastina rewa û hwd. ji ber vê yekê komîn ji civakê re pir girîng in.”

‘Komîn bi hemû pêdiviyên gel radibe’

Hevî Ehmed bal kişand ser rola komînan di civakê de û bandoreke çawa li jiyanê û gel dikin û wiha berdewam kir: “Rêber Apo gelekî girîngiyê dide komînan. Gotineke Rêber Apo heye dibêje ‘Heger ez rojekê ji zindanê derkevim ez ê di komînek de cihê xwe bigrim’ ji bo wê jî em weke gel gelekî girîngiyê didin komînan û gere em li kar û xebatên komînan xwedî derkevin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn bi roleke sereke radibin û kilîta çareseriyê ne di her kolan û taxê de. Komîn xwe naspêre tu ziman, ol û neteweyan ji bo wê jî gel xwe dispêre komînan ji ber ku komîn komîna gel e. Komîn bi hemû pêdiviyên gel ên weke perwerdekirin, avakirina sîstemê, rêxistina gel û peydakirina pêdiviyên gel radibe.”

‘Gelek proje hene’

Hêvî Ehmed diyar kir ku gelek projeyên ji bo pêşxistina komînan hene û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku komîn di civakê de tişta herî sereke ye, gelek projeyên me ji bo pêşxistina komînan hene. Projeyên me pêşxistina aboriya komînan, pêşxistina perwerdeyên ku di komînan de werin dayîn û avakirina meclisên taxan mala gel, hemû lêvegerîna sazî û dezgehên me di hundirê komînan de hene. Gere her komînek bi rol û misyona xwe baş rabe, heger komîn ne bi rêxistinkirî bin ew civak ne bi rêxistinkirî ye ji ber ku komîn dendika neteweya demokratîk e.”