Komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê 25 hezar darên fêkî şewitandin

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk duh agir berda herêma li gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî. Di encama şewatên li gundewarên Efrînê de çêbûne, 25 hezar darên fêkî şewitîn.

Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê komên girêdayî dewleta Tirk duh agir berda herêma li gundên Edamo, Elbîskê û Bilîlko yên bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyên ku agahî dan ajansê, destnîşan kir ku şênî hewl didin bi xwe şewatê vemirînin lê nikarin şewata ji duh ve vêketiye, kontrol bikin û da zanîn ku agir ber bi gundê Xililko yê bajarokê Bilbilê ve firehtir dibe. Heta niha di encamê de nêzî 25 hezar darên zeytûn, gêlaz, gûz û hinar, merx û sewlî şewitîne.

Şêniyan diyar kir ku ji "Komên Spî" û "Parastina Sivîl a Sûriyeyî" daxwaza alîkariyê kirine, lê belê guh nedaye wan û destwerdan nekirine, bi hiceta ku nikarin şewatê kontrol bikin.

Şêniyan da zanîn ku bi firehbûna şewatê re, dengê teqîna mayînên di nava zeviyan de hatiye bihîstin. Ji ber wê nekarîne bikevin nava zeviyan û şewatê vemirînin. Lê teqez dikin ku şewat bi qestî hatiye vêxistin. 

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyeyê, artêşa Tirk a dagirker di 6 salên dagirkirina Efrînê de 391 hezar dar şewitandine.