Komekê faşîst êrişî xwendekarên jin kirin

Li Zanîngeha Koç a li Sariyer a Stenbolê, komekê faşîstan êriş birin ser xwendekarên jin ên qetlîamên jinan şermezar dikirin.

Stenbol – Li Zanîngeha Koç a li Sariyer a Stenbolê, komekê faşîstan êriş birin ser xwendekarên jin ên qetlîamên jinan şermezar dikirin.  

Piştî xwendekarên jin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin, koma faşîstan êrişî jinên ciwan kirin û hewl dan dovîzên wan bigrin. Xwendekarên jin bersiv dan êrişê komê û dirûşma ‘Faşîstan bicehnimin’ berz kirin.  

Hat zanîn ku koma faşîstan hê jî li ber zanîngehê disekine.