Kombûna Jinan a Zenûbiya kuştina du zarokên keç şermezar kir
Kombûnan Jinan a Zenûbiya kuştina du zarokên keç li bajarê Minbicê yê dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku bûyerên wiha çavkaniya xwe ji zihniyeta serdestiya mêr digrin.

Reqa – Hefteya borî, kantona Minbicê ya dagirkirî bû şahidê kuştina 2 zarokên keç. Yek bi destê birayê xwe ya din bi destê bavê xwe hatin kuştin. Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qetilkirina du zarokên keç li bajarê Minbica dagirkerî ji aliyê hêzên girêdayî dewleta Tirk ve bi daxuyaniyek şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyerên kuştina jin û zarokan ne tenê li dijî kesan e li dijî hemû nifşan e û ev jî rasterast binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan e.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Li Minbicê hêzên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hefteya borî du zarokên keç qetil kirin, ev sûcê bi navê ‘namûsê’ li dijî jinan tê kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em van sûcan şermezar dikin. Kuştina jinan sûc e û ev jî çavkaniya xwe ji zihniyeta serdest digre. Ev yek ji ber feraseta ku jinan ji mêran biçûktir dibîne û kirinên dermirovî rewa dibîne qewimiye.”
Di daxuyaniya Kombûna Jinan a Zenûbiya de hat diyarkirin ku ev sûc ne tenê li dijî kesan, li dijî hemû nifşan e, bandorê li ser psîkolojiya civakê û kesan dike û bi taybetî binpêkirina mafên jinan binpêkirina mafên mirovane ye û wiha hat gotin: “Sûcê ku li dijî du zarokên keç hatiye kirin, bê ceza dimînin. Kesên sûc dikin û ji ber nebûna ceza, bûyerên tecawiz û kuştinê li bajaran zêde bûne û bêdengiya jinan a li dijî sûcên li dijî wan tên kirin, dibin sedema zêdebûna van sûcan.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke jin divê em li dijî van pêkanînan û sûcan bisekinin. Divê zagonên ku cesaretê didin kiryaran bên guhertin û cezayên herî giran bidin faîlan. Em dixwazin her cureyê cudakiriya li dijî jinan were rakirin. Li herêmên ku kontrolên zagonî tune ne, tundiya li dijî zarokan zêde ye em vê yekê şermezar dikin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo parastina zarokan rola xwe bilîzin û zextê li Tirkiyeyê bikin ku peymanên mafên mirovan bi cih bîne û zarok werin parastin. Zarokên ku li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de dijîn divê werin parastin û tundiya li dijî jinan were sekinandin.”