Kombûna Jinan a Zenûbiya îşkenceyê li dijî 3 jinan şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê, bi daxuyaniyekî îşkenceya li dijî 3 jinan a li gundê Ebû Herdûm ê Dêrazorê pêk hat, şermezar kir.

Dêrezor – Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê, îşkenceya li dijî 3 jinan a li gundê Ebû Herdûm ê Dêrazorê pêk hat, şermezar kir. Meclisa Kombûna Jinan a Xeta Şerqî ya kantona Dêrazorê, sûc û tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Hevseroka Meclisê Îman El Mirkaz daxuyanî xwend û wiha got: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin."

Daxwaza cezakirina kiryaran

Îman El Mirkaz, di daxuyaniyê de sûc û îşkencekirina 3 jinan li gundê Ebû Herdûm ê rojhilatê Dêrazorê ku di 10'ê Nîsanê de çêbûye, bi bîr xist û bang li aliyên têkildar kir ku kesên ev sûc kiriye, bigirin û cezayên herî giran li wan bibirin.