Kombûna Jinan a Zenûbiya: Aştî bi demokrasî, edalet û azadiya jinê dibe

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi boneya Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyek da û diyar kir ku aştî ne dirûşemeyek a rojên taybet e, mafek bingehîn ê azadî, edalet û wekheviyê ye û bê azadiya jinê aştî ne mimkun e.

Reqa – Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê, daxuyaniyek da û ji bo jinên Sûriyeyê û dinyayê bang li civaka navnetewî kir û xwest ku Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe û rê lê were vekirin ku fikrê xwe yê têkildarî aştî û demokrasiyê pêşkêş bike.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Em wek jinên Sûriyeyê, em hilgirên azadî û rumeta mirovatiyê ye. Di roja aştiya cîhanê de emcarek din diyar dikin ku aştî ne dirûşmeyek a rojên taybet e, mafek bingehîn ê azadî, daxwaza edaletê ye. Jiyan, aramiya gelan û pêşeroja wan bivê ve girêdayî ye. Gelê Sûriyeyê bi taybet jinan ji ber şer, pevçûnan bedelên gelek giran dane. Ji van êşan îradeyak a têkoşînê û ceribandina demokratîk a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye. Ji vê ceribandinê jin di pêvajoyên biryargirtinê de cih girtine û jin bûne tamînata jiyana hevpar a civakên cûda.”

Di daxuyaniyê hate îfade kirin ku civakek ku demokratîk, edalet û wekheviyê û mefê jinan esas digre, bingehê aştiya gerdûnî ye û hat destnîşan kirin ku ev yek bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan dibe.

‘Ew rêberek e ji bo aştî û demokrasiyê projeyek rast pêşkêş kiriye’

Di daxuyaniyê bang li jinên Sûriyeyê û dinyayê hate kirin û wiha hate gotin: “Em bang li Netewên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mafê mirovan ên navnetew û jinan dikin, ji bo azadiya birêz Ocalan zextê bikin, mafê wî yê raste rast hevdîtinê pêkbînin. Ew lîderek ku ji bo aştî û demokrasiyê projeyek rast pêşkêş kiriye. Beşdariya jinan a di avakirina aştiyê de ne luks e, bingehek ji bo pêşerojek bi ewle û edlane ya jêneveger e.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku aştî wê bi naskirina mafê gelan yê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û cih girtina jinan di pêvajoyên biryargirtinê de destpê dike û wiha hate gotin: “Em vê roja aştiya cîhanê vegerînin destpêkekê. Em deriyê diyaloga Sûriyeya netewî vekin, em pira ewlehî, aramî û refahê ava bikin û em bingehê dinyayek mirovane bavêjin.”