Komaleya Jinên Karker a Filistînê: Pêwîste jin beşdarî pêşxistina aştiya sivîl bibin

Beşdaran di dawiya dewreya perwerdeyê de ku bi diruşma “Em dixwazin beşdar bibin” hate organîzekirin, bal kişandin li ser pêwîstiya beşdarbûna jinan a li qadên têkildarî aştiya sivîl.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Komeleya Jinên Karker a Filistînê ya ji bo Pêşketinê, di çarçoveya înîsiyatîfa aştiya sivîl de, bi dirûşmeya "Em dixwazin beşdar bibin" ji bo zêdekirina beşdariya siyasî û bal kişandina li ser rola bi bandor a jinan a di warê bidestxistina lihevhatina neteweyî de, dewreya perwerdehiyê bi dawî kirin.

"Ger jin li ser pêşxistina xwe bixebitin wê karibin xwe bigihînin cihên biryardanê"

Şêwirmenda Yasayî Mîrvet El-Eşqer got ku jin nîvê civakê ne, di pêşxistina aştiya sivîl û pêkanîna lihevhatina neteweyî ya çarçoveyek rêxistinkirî de xwedî roleke girîng û bi bandor in û wiha axivî: "Jin bi hişmendî, çand û perwerdehiya baş dikare nirxên neteweyî û civakî bi pêş bixîne û tevkariyê li aştiya sivîl bike. Ger jin li ser pêşxistina xwe bixebitin, wê karibin xwe bigihînin cihên biryardanê. Encama herî girîng a perwerdeyê, pêwîstiya beşdarbûna jinan a ji bo qadên girêdayî pêşxistina aştiya sivîl e. Astengiya herî dijwar a li pêşiya jinên Filistînî parçebûn e ku bandoreke mezin li rewşa ewlehiyê kiriye û pêvajoya lihevhatina neteweyî û aştiya sivîl asteng kiriye."

"Pêwîst e jin beşdarî hemû qonax û danûstandinên siyasî yên aştiyane bibin"

Çalakvan Ala Tafiş da zanîn ku tevlîbûna jinan a di pêşxistina aştiya sivîl de dest pê dike, hevdem e bi destpêkirina avakirina malbatê û li ser nirx û prensîbên civakê mezinkirina wê û têkoşîna li dijî kevneşopiyên çewt û wiha pê de çû: "Pirsgirêkên herî dijwar ên ku rê li ber beşdarbûna wê di pêşvebirina aştiya sivîl de digirin, mêyzekirina kêm a civakê ye ku tenê bi lênêrîna zarok û hevjînê xwe ve girêdayî ye. Pêwîst e jin beşdarî hemû qonax û danûstandinên siyasî yên aştiyane bibin û ji bo beşdarbûna jinan di kampanyayên hişyariyê de bixebitin û wan ji bo aştiyê motîve bikin."

"Divê însiyatîf û perwerde bên zêdekirin"

Rojnameger Fîda Hesenîn destnîşan kir ku perwerdeya ji bo pêşxistina aştiya sivîl ji bo wan tecrûbe û jêhatîbûnê pêşkêş dike û wiha anî ziman: "Dibe ku jin di çendîn kêşe û zehmetiyan re derbas bibin ku rê li ber proseya pêşvebirina aştiya sivîl û beşdariya siyasî digre, di nav de adet û kevneşopiyên ku di nav hin civakan de serdest in. Ji ber vê yekê divê di vî warî de însiyatîf û perwerde bên zêde kirin."