Koma govendê ya dayikan: Govend dê bibe rêbazek li dijî dagirkeriyê

Koma Dayikan a Govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Firatê, bertek nîşanî kiryar û êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina çanda Kurdî tên kirin dan û gotin: “Govend dê bibe rêbazek li dijî dagirkeriyê.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek ciwanên Kurd ji ber ku govend girtin binçav kirin û hinek ji wan jî girtin. Heta li hinek cihan serdegirtina dawetan jî pêk hat. Êrîşên Tirkiyeyê yên di vî warî de li Kurdistanê û derveyî welat hatin şermezarkirin.

Di vê çarçoveyê de endamên Koma Dayikan a Govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Firatê, bertek nîşanî kiryar û êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina çanda Kurdî tên kirin dan.

‘Êdî wê gerandina govendê veguhere rêbazeke têkoşîn û berxwedanê’

Berdevka Koma Govendê ya Dayikan Leyla Ehmed diyar kir ku jinên Kurd çanda xwe di qefesa singê xwe de parastine û got: “Pêşxistina çanda dayiksalar bi sedan salan e bi polîtîkayên pişaftin û qirkirinê re rû bi dimîne. Bi taybetî di vê dema ku em dibînin dewleta Tirk êrîşeke mezin li hemberî çanda me daye destpêkirin de hewl dide çanda me ya resen û bi taybetî jî govenda Kurdî ji holê rake û tune bike. Em jî weke jinên ku me heta vê rojê ev çand di qefesa singê xwe de parastiye û dewlemend kiriye, bi hêrsa li dijî van polîtîkayan xwe birêxistin dikin. Bi taybetî jî weke jinên Kobanê em herî zêde xwedî li govenda Kobanê ya resen derdikevin û her dem di mêjî û bîra civakê de zindî dihêlin.”

Leyla Ehmed anî ziman ku ew ê êdî govendê jî weke rêbazeke têkoşînê bi kar bînin û got: “Govenda Kurdî çandeke kevnar e, mirov dikare weke mîrateyeke têkoşîn û berxwedanê jî bigre dest. Em van govendan bi govendên azadiyê bi nav dikin lewra yên ku bixwazin gerandina me ya govendê qedexe bikin, ew di heman demê de azadiya me jî qedexe dikin. Ji bo vê jî bi taybetî weke jin em ê bi gerandina govendê li tax û kolanan bersiv bidin dewleta Tirk. Çanda dayikê tu carî wê neyê qirkirin, berovajî wê em ê bi govend û dîlana azadiyê li dijî qirkirina heyî têbikoşin û li ser piyan bin. Êdî ji vir û şûnde jî wê gerandina govendê bibe rêbazeke me ya têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê.”

‘Em ê di hemû qadan de govenda azadiyê bigerînin’

Endama komê Xanim Hibo da zanîn ku kiryarên dewleta Tirk xwe dispêrin îflasa wan a siyasî û got: “Reqs û govend ji mafên herî rewa yên civakan in ku bikarbin hebûn û hestên xwe pê raber bikin. Bi taybetî jî tê zanîn ku ciwan çiqas bi gerandina govendê ve girêdayî ne, kêfxweşî û coşa xwe bi wê tînin ziman. Ji bo vê jî dewleta Tirk tundî û polîtîkayên taybet li ser ciwanên li Bakurê Kurdistanê bi kar tîne. Bi sedemên ku komeke ciwanan govend gerandine, hatin binçavkirin. Gelo ev kiryar li ku derê heye ku mirov tenê ji ber gerandina govenda xwe ya çandî were girtin? Ev yek rastiya dewleta Tirk û heta tirsa wan a ji çanda me ya resen nîşan dide. Êdî îflasa dewleta Tirk di rêbazên êrîşên din de xwe dide der ku berê xwe daye van şêwazan.”

Xanim Hibo teqez kir ku ew ê li hemû qadên têkoşînê dîlana azadiyê bigerînin û wiha bi dawî kir: “Ji her demê zêdetir ziman, çand û hunera Kurdî li pêş e, yên ku pêşengiya pêşxistina vê yekê jî dikin jin û ciwan in. 2 deqe bi cil û bergên xwe yên gelêrî gerandina govendeke resen, ji bo hêzên qirker valaderxistina polîtîkayên pişaftinê yên li ser Kurdan e. Bi taybetî dema em vê govendê digerînin dil, mêjî, ruh û hestên me li derdora azadiyê dicivin. Bi salan e dewleta Tirk gundên Bakurê Kurdistanê tune dike, civaka Kurd di hemleyên qirkirinê re derbas dike lê encam çi ye, tiştek tune ye. Berovajî, Kurd ji berê zêdetir xwe ji pencên qikirinê diparêzin. Piştî girtina kesên govend gerandin, li malan, di çalakiyan de, li kolan û girtîgehan govend hatin gerandin. Em ê jî bi hezaran jin bi tilîlî, cil, stran û govenda xwe her dem li ser piyan bin û li dijî polîtîkayên dewleta Tirk bêbersiv nemînin.”