Newroz Ehmed: Xeteriya li kampa Holê didome
Têkildarî bidawîkirina qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî a li Kampa Holê endama Fermandariya QSD'ê Newroz Ehmed û endamê Fermandariya Hêzên Taybet a Koalîsyona Navdewletî a li dijî DAIŞ'ê Clavde Tudor daxuyanî dan.

Hesekê - Der barê bidawîbûna qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku di 25'ê Tebaxê de hatibû destpêkirin, îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî da. Têkildarî heman mijarê jî li Kampa Holê ya ku 45 km. rojhilatî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, Endama Fermandariya QSD'ê Newroz Ehmed û Endamê Fermandariya Hêzên Taybet a Koalîsyona Navdewletî a li dijî DAIŞ'ê Clavde Tudor daxuyanî dan.
"Xeteriya li Kampa Holê didome, bila Koalîsyona Navdewletî bi ekrên xwe rabe"
Newroz Ehmed sersaxî ji malbatên pakrewanên ku di qonaxa duyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehî de jiyana xwe ji dest dan xwest û wiha dom kir: "Tevî hemû xeteriyên li ser herêmê û êrîşên heyî me di pêvajoyeke wiha de Operasyona Mirovî û Ewlehî da destpêkirin. Em spasiya hemû hêzên bi hevkarî û kordîneyeke xurt bi alîkariya Koalîsyona Navdewletî xebitîn, dikin. Xeteriya Kampa Holê heya niha jî didome, ruxmî ku me encamên baş jî girtin. Ruxmî hevkariya Koalîsyona Navdewletî û hemû rêxistinên heyî lê belê ev yek têrê nake. Em ê erkê ku dikeve ser milên me em ê bicih bînin, lê belê divê ku Koalîsyona Navdewletî bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin û hemû sazî û dezgehên civaka sivîl vê xeteriyê bibînin û destek bidin. Şaneyên ku di hundirê kampê de têkilî û hevkariya wê bi gelek dewletan re heye ku ev yek dihêle xeteriya Kampa Holê hîn mezintir bibe. Çalakiyên DAIŞ'ê ne tenê li Kampa Holê lê belê li Dêrazorê û tevahî herêmê hene. Gelek xebatên hevbeş yên ku bi taybet ji bo van kampan ku penaber û koçber jî tê de dijî dibe bingehek ji hişmendiya tundrew re ku bikaribin xwe li ser wan zêdetirîn xurt bike, birêxistin dikin. Nêzî 60 hezar însan ku piraniya xwe jin û zarok in di vê kampê de dijîn. Heman demê de 60 welatî hene. Ev ne tenê gefek li ser herêmên me ye heman demê xeteriyek li ser hemû cîhanê ye."
"Em tenê têrê nakin alîkariya derve jî pêwîst dike"
Newroz Ehmed wiha dirêjî da gotinên xwe: "Heta cihekî alîkariya NY, saziyên mirovî, Koalîsyona Navdewletî de ji bo rewşa kampê di aliyê mirovî, xizmetê de hebû lê da ku zêdetir baştir bibe destek hat dayîn. Pêdivî bi saziyên cîhanê, saziyên navdewletî, koalîsyona navdewletî heye ku wekî hêzên me tiştên ku dikeve ser milên xwe bi cih bînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampê erkên dikeve ser milên wan helbet bi cih tînin û emê bi cih bînin jî. Ne tenê bi vê pêngavê, ji niha şûnde jî ji bo ku rewşa kampê û herêmê baş be em ê erkên xwe pêk bînin. Lê helbet piştgiriya derve û alîkarî jî pêwîste. Xeteriya destpêkê şaneyên veşartî û hucreyên heyî yên di hindûrê kampê de ye. Lê helbet ku xeteriya li vir tevahî herêmê jî bandor dike. Ji vir de xwe birêxistinkirin bi derve re jî girêdanên wan hene ku tenê herêmên me, derveyî wê jî wekî herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, Iraq û Sûriyeyê de diyar dibe ku hîn bi hêz in û dihelê ku xeterî zêdetir bibe."
"Pêngavek bi dawî bû lê belê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê didome”
Newroz Ehmed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Aramî, parastin, rewşa kampê û rewşa gelê herêmê bi tevahî ger ku baştir nebe ew ê bihelê ku DAIŞ û komên din yên çete xwe birêxistin bikin û tevahî cîhanê bandor bike. Ev pêngav bi dawî bû lê wê xebatên me bidomin, ji bo tinekirina DAIŞ ji kokê de, ewlekirina herêmê û vegera bi ewle ji van hemwelatiyên kampê re wê têkoşîna me bidome û tiştên ku dikeve ser mile me de em ê pêk bînin. Lê ev bangawazî heman demê ji wan welatan û hemû hêzên cîhanî ku mirovê li vir demek herî nêz de bizivirînin welatên xwe yan jî piştgiriyek xurtir bidin ku em bikaribin bi hev re jiyanek aram avabikin. Vê peyama hevbeş em li vir didin ku xebatên hevbeş xurtirîn bidin meşandin ku encamên xurtir bidest bixînin."
Daxuyanî bi pirs û berpirsan bi dawî bû.