Koçberên li kampa Waşokanî projeya avahiyên mêtîngeriyê şermezar kirin
Îro bi hezaran koçberên kampa Waşokanî li hemberî projeya avahiyên mêtîngeriyê meşek li dar xistin û gotin “Tu mafê dewleta tirk nîne ku li ser ax û malên me pazarê bike”.

Hesekê - Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4`yê Gulanê de projeya avakirina avahiyên mêtîngeriyê ya li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê) û li van avahiyan de bicihkirina milyonek penaberên ji Sûrî ragihand. Koçberên Kampa Waşokanî li djî vê pirojeyê bi meşekê girseyî nerazîbûna xwe nîşan dan û li hemberî vê projeya ku bi armanca guhartina demografya heremê hatiye plankirin, bê dengiya rêxistinên mirovî şermezar kirin.
Meş li ber Meclîsa Kampa Waşokanî destpê kir û li despêka Kampa Waşokanî veguherî mitîngê. Meşvan alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Na ji guhertina demografya re”, “Li hemberî kuştin û koçberiyê emê bi hemû pêkhateyên xwe li ber xwe bidin” hilgirtin.
Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerde û Fîkirinê Heyat Şêxî ve hat xwendin.
Heyat têkildarî pilanên ku guhartinên demografyayê dike armanc de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi bichkirina koçberên Sûrî ya li herêmên dagirkirî sûcek dijmirovî pêk tîne, dixwaze nasname û dîroka bajarê me bide guhertin û dîrokek li gorî xwe bide avakirin ku têkeve xizmeta bercewendiyên wî. Ev siyastên ku tên meşandin hemû jî rê li ber çareseriya aloziya sûriyê digre, bêtir kûr dike û tevliheviyan derdixîne. Em xwediyê xakê ne, em xwediyê kedê ne em van pilanan qebûl nakin û bêdengiya rêxistinên mirovî li beramberî van kiryaran şermezar dikin.”
“Em xwediyê kedê ne, me xaka xwe bi xwîna zarokên xwe hatiye avdan”
Sûriya Mihmed a yek ji koçberên kampa Waşokanî ye da zanîn ku koçberiya ku hat kirin û pilanên ku niha tê meşandin bi destê dewletên navdewletî ye û wiha axiftina xwe berdewam kir: “Her kes dizane kî xwediyê kedê ye, êrîşên ku li ser pêk hat bi destê Rûsya û Emêrka ye. Ger ew çiraya kesk nedaba wan dewleta Tirk wê nikarîba tiştek bike. Îro li hemberî wekheviya gelan, projeya Netewa Demokratîk hemû dewlet destê xwe xistine destê hev. Biryara ku xelkên ji sûrî derbasî herêmên dagirkirî dike, ev biryar ne tenê Tirkiye daye, hemû dewlet vê biryarê erê kirine. Bila Hikûmeta Îraqê bibîne ku çawa li hemberî me dijmin destê xwe dixe destê hev. Pêwiste em bibin yek, li hemberî siyasetên qirkirinê bisekinin.”
Îman Mihmed diyar kir ku bi berxwedaniya wan li kampa Waşokanî dê pilanên dagirkerî û qirkirinê têk bibin û wiha got: “Em qebûl nakin kesên xerîb werin ser keda me rûnên, me bi hezaran şehîd dane, ji bo xwe dîderketina li ked û fedekariya wan îro em li kampa Waşokanî li berxwe didin. Ne ji mafê dewleta Tirk e ku xaka me û mala me bide kesan.”
Meş bi dirûşmeya “Na ji dagirkerî re, na ji guhertinên demografya re “ bi dawî bû.