Koçberên li kampa Newroz dixwazin dengê wan bê bihîstin
Koçberên Kampa Newroz diyar kirin ku di bin şert û mercên kêmbûna alîkariyê, nebûna sotemeniyan û belavbûna nexweşiyan de dijîn û gotin ku “Em tenê dixwazin dengê me bê bihîstin û jiyana me vegere rewşa xwe ya berê ya aştî û rûmetê.”
ESMAA MUHAMED
Qamişlo – Zêdetirî 10 sal e kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahidiya eşkere ya êşa bi hezaran malbatên ku ji tirsa şer û koçberiya bi darê zorê reviyane dike. Kamp, di sala 2014’an de mîna stargehek bi ewle ji bo mirovên koçber ên ji Şengalê reviyane hat damezrandin û di nava salan de veguheriye stargehek daîmî ji bo malbatên ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve ji Serêkaniyê, Til Temer, Şahba û Efrînê hatine koçberkirin. Îro, bi zêdebûna şert û mercên zivistanê yên dijwar re, bi hezaran koçber bi serma, nebûna pêwîstiyên germkirinê û kêmbûna alîkariyê re rû bi rû ne û di nava şert û mercên tenduristî û jiyanê yên her ku diçe xirabtir dibe de, dijîn. Di heman demê de, daxwazên ji bo bersivek mirovî ya lezgîn, zêde dibin.
‘Kampê di salên koçberiyê de rolek girîng lîst’
Hevseroka Rêveberiya Kampa Newroz Nûra Ebdo, derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî. Nûra Ebdo, diyar kir ku kamp di sala 2014’an de ji bo qeyrana mirovî ya ku ji ber pêlên koçberiya mezin derketiye holê, hatiye damezrandin û wiha axivî: “Armanca sereke ya kampê ew bû ku ji bo malbatên koçber ên Şengalê yên rastî êrîşên berfireh hatin, cihekî bi ewle peyda bibe. Kampê, di nava van salan de rolek girîng lîst, parastin û lênêrîna bingehîn ji bo malbatên Êzîdî yên ku ji mirinê direviyan peyda kir. Her çend piraniya van malbatan di sala 2019’an de vegeriyan malên xwe jî, kampê mîsyona xwe ya mirovî berdewam kir. Bi pêlên nû yên koçberiyê yên li herêmê re Kampa Newrozê deriyên xwe ji bo malbatên ji Serêkanî, Til Temîr, ji niştecihên herêmên Şehba û Efrîn ku ji ber êrîşên Tirkiyê û şert û mercên ewlehiyê yên dijwar ên di bin kontrola çeteyan de neçar man birevin, vekir.”

‘Gelek komele û rêxistin ji bo niştecihan dixebitin’
Nûra Ebdo, der barê rewşa koçberên di hundirê Kampa Newrozê de axivî, da zanîn ku tevî zehmetiyan jî, hewlên xizmetguzarî û mirovî berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand: “Gelek komele û rêxistin ji bo dabînkirina piştgiriya rasterast ji niştecihan re, bi taybetî zarok û jinan yên ji şert û mercên koçberiyê herî zêde bandor dibin, dixebitin. Rêveberiyê ji bo pêkanîna kanalên avdanê, ji bo ava baranê û ava lehiyê gelek xebat kir. Armanca vê yekê, kêmkirina ava ku dikeve konan û pêşîgirtina li zirarê ye. Her wiha ji bo peydakirina rêyên ewletir a ji bo malbatan a di şert û mercên hewayê yên dijwar de hate kirin. Xebatên başkirinê bi demkî berdewam dikin ku parastinê zêde bikin û pêşî li lehiyê bigrin. Bi vî rengî em êşa kesên koçber di zivistanê de sivik dikin.”
Amadekariyên vekirina dibistana navîn dikin
Nûra Ebdo, balkişand ser qada perwerdê ya di hundirê kampa Newrozê de, ragihand ku mamosteyên pispor çavdêriya pêvajoya perwerdehiyê dikin û wiha domand: “Ji bo piştrast dibin ku zarok tevî şert û mercên koçberiyê mafê xwe yê perwerdê digrin. Ev bername her wiha ji bo zarokan hawîrdorek fêrbûnê ya aram peyda dike û derfetê dide wan ku xwendina xwe bênavber bidomînin. Rêveberiya kampê, niha amadekariyên vekirina dibistanek navîn a di nav kampê de dike û hewil dide hewcedariyên xwendekarên ku dibistana seretayî qedandine û ji ber zehmetiya nikarin biçin bajar, mîsoger bike. Hew tên dayîn ku hewcedariyên lojîstîkî yên pêwîst werin amadekirin û mamosteyên pispor bên erkdarkirin.”

Vekişîna çend rêxistinên alîkariyê bû sedema tengasiyan
Nûra Ebdo, da zanîn ku piştgirî di demên dawî de ji ber vekişîna çend rêxistinên ku berê alîkariya birêkûpêk peyda dikirin, bi astekî zêde kêm bûye û axaftina xwe wiha domand: “Ev bûye sedema kêmbûnek berbiçav a di standardên belavkirinê de. Li cihê ku malbat mehê 2 an jî 3 selikên xurekê bigrin, niha tenê yek distînin û ev yek jî ji bo malbatên mezin ne têrkêr e. Belavkirina selikên xurekê, du mehan li pey hev hate rawestandin û ev yek jî zextek mezin li ser malbatên hewcedar kir.”
‘Nexweşiyên demsalî zêde dibin’
Nûra Ebdo, balkişand ser belavbûna çend nexweşiyên demsalî û got: “Nexweşiyên grîb û enfeksiyonên sîngan, bi destpêkirina demsala zivistanê û daketina germbûnê re zêde dibe. Ev nexweşî di nava zarok û extiyaran de ji ber qelsbûna parastinê û şert û mercên jiyanê di nav konan de, bêtir belav dibin. Navendek bijîşkî ya daîmî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd, di hundirê kampê de dixebite. Alîkariya yekem û şopandina tenduristiyê ji bo niştecihan peyda dike. Komeleya El-Yemama jî, heftê sê rojan dixebite ku pêdiviyên zêde peyda bike. Li gel vê jî rêveberî kêmasiyek girîng a dermanên bingehîn dabîn dike.”

‘Hin nexweş ji neçarî li derveyî kampê li tedawiyê digerin’
Nûra Ebdo, her wiha destnîşan kir ku di kampê de laboratuwarek ji bo testan tuneye û ev yek teşhîsa hin rewşan dijwartir dike. Nûra Ebdo da zanîn ku ev kêmasî zextek zêdetir li ser klînîkê dike û hin nexweşan neçar dike ku li derveyî kampê li lênerîna bijîşkî bigerin û ev agahî dan: “Lê belê gelek kes ji ber şert û mercên hewayê yên zehmet û nebûna lêçûnên veguhestin û dermankirinê, gelek zehmetiyan dijîn. Xurtkirina piştgiriya tenduristiyê, dabînkirina derman û pêdiviyan û sazkirina navendê bi laboratuwarek bingehîn ji bo teşhîsan, dê di baştirkirina rewşa tenduristiyê ya di kampê de cûdahiyek girîng çêke.”
Banga hevrêziyê ya li rêxistinên mirovî
Nûra Ebdo, anî ziman ku baştirkirina şert û mercên mirovî ya di nava kampê de ne berpirsyariya yekane ye, erkek hevpar e ku hemû rêxistin û saziyên mirovî yên li herêmê dixebitin û wiha got: “Malbatên di nava kampê de hêj bi hêviya vegera bi ewle ya ji bo malên xwe dijîn. Lê ev hêvî bi tena serê xwe ji bo derbaskirina zehmetiyan têr nake. Ji ber ku divê saziyên navneteweyî û herêmî bi cidî berpirsiyariyên xwe pêk bînin û çareseriyên pratîkî ji bo alîkariya koçberan peyda bikin. Piştgiriya mirovî, dikare jiyana bi sedan malbatan biguherîne û wan bihêz bike ku bi awayekî bi ewle vegerin malên xwe.” Nûra Ebdo, di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku hevrêzî û plansaziya hevbeş bi rayedarên herêmî re zêde bikin û alîkariyê bighînin malbatên koçber û bernameyên awarte yên domdar mîsoger bikin.
Hedîl Mistefa ya ji bajarê Serêkaniyê ye û di kampê de dijî, diyar kir ku şer ew neçar kirine ku di bin giraniya tirs, bombebaran û bêewlehiyê de mal û milkên xwe biterikînin. Hedîl da zanîn ku koçberiya wan bi lêgerîna cihekî demkî li dibistanan dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Piştre, ji me hat xwestin ku biçin kampan û ji bo zarokên xwe hawîrdorek perwerdehiyê ya aramtir peyda bikin. Di dawiyê de em gihîştin Kampa Newrozê. Dema ku em ketin kampê, em fikirîn ku mayîna me dê demkî be. Lê sal derbas bûn, em hêj di van konan de dijîn û tehemûlî sermaya zivistanê ya dijwar û germahiya havînê dikin.”

‘Zarok û extiyarên me her tim nexweş in’
Hedîl Mistefa, di berdewama axaftina xwe behsa zehmetiyên jiyana di kampê de kir û wiha got: “Pêdiviyên herî bingehîn jî tune ne. Kon tenê her du salan carekê tên guhertin û ev hêj ji bo çareserkirina şert û mercên hewayê yên dijwar têr nake. Herî zêde zarok ji vê rewşê bandor dibin. Zarok ji ber serma, pergalên parastinê yên qels û şert û mercên paqijiyê yên nebaş pirî caran nexweş dikevin. Zarokên me û extiyarên me hertim nexweş in. Hemû li vir bi laşên qels dijîn û li dijî sermaya dijwar têdikoşin. Bi vî awayî êş dighîje dibistanan, zarok neçar in ku beşdarî dersên di polên ku germkirina wan têrker nîne de, bibin. Divê ji bo parastina tenduristiya xwendekaran sotemenî werin peydakirin ku mafê wan ê perwerdehiyê nebe çavkaniyek din a nexweşî û êş ê.”
Hedîl Mistefa, destnîşan kir ku ji ber xeteriya hilweşîn û şewîtîna konan, dayîk di nava fikarek mezin de dijîn û got: “Em di nava tirsa bahozê ku dikare di çend kêliyan de konê wêran bike û tirsa agirê ku dibe ji nişka ve derkeve de dijîn.”
‘Ez dixwazim dengê min bigihîje her welatekî cîhanê’
Hedîl Mistefa, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Tenê daxwaza min ew e ku ez vegerim mal û axa xwe. Ez ji bilî jiyana di ewlehiyê de tiştekî din naxwazim. Ez dixwazim dengê min bighîje her welatekî cîhanê ku ew bizanin em li vir çi dijîn û fêm bikin ku van zarokan ev jiyana dijwar nebijartine. Gelo çi sûcê zarokan heye ku ew neçar in zarokatiya xwe di nav konan de û di sermayê de derbas bikin? Em tenê dixwazin dengê me bê bihîstin û jiyana me vegere rewşa xwe ya berê ya aştî û rûmetê.”