Koçberên jin ên Sûdanî bê av in

Di ser destpêkirina pevçûnên navxweyî yên li Sûdanê re nêzî du sal derbas dibe, lê hîn koçberên jin li kampan di nav alozî û têkçûna rewşa tendrustiyê de, liber xwe didin.

MEYSA EL QADÎ

Sûdan – Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji meha Nîsana 2023'an heta niha pevçûn çêdibin. Di encama pevçûnan de gelek sivîl ji can û mal û pêşeroja xwe bûn. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara koçberên ku ji neçarî terka welatê xwe dane û hatine Ugandayê, zêdeyî 50 hezar e. Her wiha pêla penaberan di nav şert û mercên pir aloz de didome.

Sûdanî ji bo hêsaniya wergirtina vîzeyê û leza qeydkirina li UNHCR’ê, tên Ugandayê. Penaberên Sûdanî li Ugandayê mafê rûniştina ji bo pênc salan distînin. Di vê demê de hemû mafên xwe digirin.

Pirsgirêkên tenduristiyê di nav kampan de zêde ne

Fatimê El Zehra Ebd El Latîf, yek ji koçberên Sûdanê ye û li kampa koçberan a Ugandayê bi cîh bûye. Fatimê bi van gotinan qala êş û zehmetiyên xwe yên ku di nav çadiran de lê rast tê kir: “Êşa ku em herî zêde dibînin, kêmbûna xwarinê û pirsgirêkên girêdayî tenduristiyê û tenduristiya hilberînê ye. Zarokên me ji ber kêm xwerinê bi pirsgirêkên tenduristî re rûbirû dimînin. Di heman demê de ev pirsgirêk bi dayîkên ducanî re jî çêdibe. Zarokên me nexweş dibin, em nikarin wan rakin nexweşxaneyê ji ber pere bi me re tunene. Navendek tenduristiyê li kampê tê peydakirin, lê ew têra dermankirina nexweşan nake.”

‘Derfetên kar nayên peydakirin'

Fatimê da zanîn ku derftên kar jî gelek kêm in, ev jî dibe sedem ku di nav malbatan de pirsgirêk û alozî derkevin. Fatimê wiha got: “Em xwenda ne û xwedî bawernameyan in. Lê derfetên kar gelek kêm in. Nexweşxane ji cîhê me gelek dûr e û tê de xebatkarên tenduristiyê ne zêde ne, ji ber vê yekê bijîşk carna karê hemşîreyan jî dike. Li aliyê din, kampên ku em lê dijîn ne guncav in, ew parastina me ji sermaya zivistanê û germa havînê nakin. Ev kamp bandorên neyînî li zarokên nû hatine dinê dike. Ew bi pirsgirêkên jîngehê re re rûbirû dimînin. Pirsgirêkên wekî sermaya êvarê û germa sibehê.”

'Herî zêde jinên ducanî pirsgirêkan dijîn'

Endama înîsiyatîfê û koordînatora Kampanyaya Yek Milyon Padsên Berdewam Fîda Eşref jî balkişand ser rewşa jinan a di nav wargehan de û wiha got: “Rewşa li kampan dijwar e, lê yên koçberên Sûdaniyan dijwartir in. Ji ber cudabûna çanda xwarinê, li gel jinên Sûdanê pirsgirêkên jiyanê zortir dibin. Jin xwarinên herêmî wek Cencero û Garisa şamî distînin. Jinên ducanî jî wan xwarinên herêmî ji Komîsyona Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî werdigirin, lê ji bo wan xerîb e. Ji ber cudahiya çanda xwarinê zû bi zû wan xwarinan qebûl nakin.”

'Av û sabûn tune, zarokanîn zor dibe'

Fîda Eşref bal kişand ser tenduristiya hilberînê ya di nav kampên koçberiyê de û wiha axivî: “Piraniya jinan di nav wargehên koçberiyê de bi pirsgirêkên avê re jî rûbirû dimînin. Ev yek jî bandorê li ser anîna zarokan dike û amûr û derfetên zarokanînê li wargehê jî nayên peydakirin. Ji bo peydakirina van pêdîviyan, divê biçin bajêr. Lê ji ber kêm derfetan û peydanekirina pere, ew jî ne pêk nayê.”

'Li gor rewşa hewirdorê alîkariya jinan dikin'

Fîda Eşref li ser çareseriyên ku însiyatîfê ji bo alîkariya jinan peyda kirine jî rawestiya û bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo ku em hewcedariyên jinan bidin nasîn, me lêkolînek pêşwext kir. Hîn kamp û stargeh hene ku em nikarin destmalên qumaş li wan belav bikin, ji ber ku av û sabûn tunene. Ji ber vê yekê me hejmarek jin û jinên ciwan kom kirin û me ew perwerde kirin da ku daneyan di kampê de berhev bikin û bi gel re mijûl bibin. Me desmalên qumaş li wan belav kir heta ku pêdîviyên xwe pêk bînin. Ev desmal jî li gor jîngeh û hewirdora herêmê li jinan tên belavkirin.”