Koçberên Heleb û Kantona Şehba-Efrîn gihîştin Reqayê
Piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Heleb, Kantona Şehba-Efrînê bi sedan malbatên koçber gihîştin Kantona Reqayê.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241203-20241203-20241203-image-870x-674ec369e2d56-jpge4fe35-image-jpg4f8a92-image-jpgcfaca9-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Vê sibehê bi sedan malbatên koçberên ji bajarê Heleb û kantona Efrîn- Şehbayê gihiştin kantona Reqayê.
Koçber li navendên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, hatine bicihkirin.
Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê duh (2 Kanûnê) ragihand ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê cih amade kirin.
Di çarçoveya amadekariyan de 10 dibistan hatin hazkirin û li Stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê çadir hatine danîn. Li van cihan pêwîstiyên germkirin, xwarin û vexwarin û tenduristî hatine bicihkirin.