Koçberên Filistînê: Îsraîl dixwaze bîra Filistînê ji holê rake

Koçberên Filistînê ên li Lubnanê diyarkirin ku divê li dijî komkujiyên Filistiniyan gavên cidî bên avêtin û gotin ku pêwîst e plana birdozî ya Îsraîlê raweste ku armanca wî bi tevahî ji holê rakirina bîra Filistîniyan e.

FADÎA JUMAA

Beyrûd – Rewşa Filistiniyên ku li Lubnanê dijîn her ku diçe zehmetir dibe. Jinan li aliyek bi êşek mezin komkujî û şerê li Filistînê temaşe dikin, li aliyek jî jinên li Xezayê li hember mirin û hilweşînê hewil didin li berxwe bidin. Jinên Filistînî ên li Lubnanê wek koçber dijîn, dibêjin ku dilê wan bi ax û gelê wan re ye û diyarkirin ku dê berxwedana xwe bidomînin.

‘Wek koçber jiyan kirin bi serê xwe tundiyek e’

Amal Shahabî a ku Kampa koçberan  Ayn Al-Hilve ya başûrê Lubnanê dijî got ku jinan li kampê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ye û tiştê jiyan dikin bi van hevokê anî ser ziman: “Wek koçber jiyan kirin bi serê xwe tundiyek e.” Amal Shahabî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku li Xezayê jin ji alîkariyên mirovî bêpar in û got ku jj ber şer jin neçarin berpirsiyartiya malbatê bigrin ser milê xwe. Her wiha amaje bi vê yekê kir ku nebûna pêdiviyên bingehîn ên wekî ava paqij û xwarinê dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê û wiha gotinên xwe domand:

“Li Xezayê cenazeyên dirizin dibe sedema belavbûna nexweşiyan. Li heremê bûyera yekem ya felca zarok hat dîtin. Xeza dibe şahîdê komkujiyê. Gelek malbat bi temamî tune bûn. Hinek malbat tenê bi zarokên xwe ve man. Li Şerîaya Rojava jî dagirkeriya hêzên Îsraîlê bi zext, girtin û bi texrîbkirina binesaziyan berdewam dike.”

‘Mafê gelê Filistînê ji aliyê Îsraîlê ve tê binpêkirin’

Amal Shahabî der barê mudaxaleya navneteweyî de fikrên xwe wiha anî ziman: “Di hiqûqa navneteweyî û hevpeymanê wê de wekhevî nîne. Mafê Filistiniyan ji aliyê Îsraîlê wek her tim tê binpêkirin. Hemû mafên gelê Filistînê, bi taybetî mafê çarenûsî û avakirina dewleta xwe, ji aliyê Îsraîl ve hatine binpêkirin. Axaftinên li ser azadî û mafan tenê slogan in, niha ev maf li ku ne? Civaka navneteweyî dibîne ku Filistînî çawa tên kuştin, lê nikare pêşî li kiryarên Îsraîlê yên ku Peymana Cenevreyê binpê dike, bigire.”

‘Îsraîl bi salan e nekarî vîna jinan bişkîne’

Seroka Buroya Jinê ya Tevgera Fetih a Lubnanê Zehra Rabî El-Wakal, qetlîamên li Xezayê nirxand û got: "Ev şer ji bo birçîbûn, kuştin û koçberkirina gelê me tê kirin."Ev rewş ji Nakbasa 1948’an jî xerabtir e.” Zehra Rebî diyar kir ku di têkoşîna bidawîkirina dagirkeriyê de jinan roleke mezin lîstin û got: "Îsraîl bi salane rûxmê kuştin, girtin û wêrankirinê jî nekariye vîna jinê bişkîne."

‘Tekoşîna wan tekoşîna me ye’

Parêzvana mafên mirovan û çandê Susan Kaush jî diyar dike ku li Xezayê rewş xedar e û got: "Gelê Filistînê ji sala 1948'an û vir ve rastî qirkirineke berdewam tê. Jin li Xezayê zarokên xwe li ber çavên xwe winda dikin. Em jinên Filistînî yên li kampên penaberan ên li Lubnanê, êşa jinên li Filistînê dijîn hîs dikin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye."

‘Filistîn ya me ye divê em rizgar bikin’

Susan Kaush di dawî de wiha got: “Ez hêvî dikim ev xewna reş bi dawî bibe. Em zarokên xwe ji bo mafê vegerê jibir nekin mezin dikin. Filistîn ya me ye û divê em azad bikin. Divê em baş meyze bikin li Xezayê çi tê jiyîn û divê em ji bîr nekin ku meseleya Filistînê mesleyek mirovî ye. Îsraîlê dixwaze bi rêya medyaya rojava vê rastiyê berovajî bike lê ne gengaz e ku em rastiyan ji nedîtî ve bên.”