Koçberên Efrîn û Şehbayê: Vîna me ji hemû hewlên koçberkirinê bi hêztir e

Koçberên Efrînê yên piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî du car neçar man boçber bibin, gotin: “Em gelê ku tu carî teslîm nabin e, vîna me ji hemû hewlên şikandinê yan jî koçberkirinê bi hêztir e, veger mafekî me ya rewa ye.”

Hesekê – Koçberên Efrînê yên piştî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li Şehbayê bi cih bûn, salek berê ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyan carek din neçar man koçî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser bikin. Bi boneya salvegera yekemîn a koçberiya ji Şehbayê, koçberên Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê daxuyaniyek dan.

Endama rêveber a Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Efrah Hisên Elî li Peymangeha Tenduristiyê ya taxa Ezîziyê ya bajêr daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de binpêkirin, sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrîn û Şehbayê pêk anîne, hatin şermezarkirin.

Koçberan di daxuyaniyê de diyar kir ku koçberî û dagirkirina Efrînê di 2018ˊan de destpêka pêvajoya giran a êşê bû, welatiyan mal û milkên xwe li pey xwe hiştin û koçberî herêmên Şehbayê bûn û gotin: “Lê bi hilweşîna rejîma Esed, êrişên dijwar û barbarî li dijî sivîlan ji hêla dagirkeriyê û çeteyên wê ve hişt ku careke din şênî koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku her du koçberî sûceke sîstematîk, binpêkirina aşkera ya yasayên navneteweyî û mirovî ye û bi hewla guhertina demografîk, çewisandina nasnameya çandî û dîrokî ya gelê Kurd e.

Koçberan bang li rêxistin û desteyên navneteweyî kir ku bi erkên xwe li hemberî bi hezaran malbatên ku êşên koçberiyê dikişînin rabin û got, "Em gelê ku tu carî teslîm nabin e, vîna me ji hemû hewlên şikandinê yan jî koçberkirinê bi hêztir e, veger mafekî me ya rewa ye. Em têkoşîna xwe ji bo vegerandina xaka xwe didomînin û li şopa şehîdên xwe ne."

Koçberan di dawiya daxuyaniya xwe de rola civakên xwecihî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi hezaran koçber hewandine û piştgirî di şert û mercên zehmet de pêşkêş kirine silav kir.