Koçberên Efrînê ji Şehbayê derdikevin
Piştî daxuyaniya Meclîsa Gel a Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê dest bi derketina ji herêmê kirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/12/20241202-20241202-image-870x-674d90a589283-jpgdf4a07-image-jpg74ac69-image.jpg)
Şehba – Meclisa Gel a Şehba -Efrîn û Şehba di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo gel bi komkujiyan re rû bi rû nemîne, biryar girtine ku ji herêma di bin dorpêça çeteyên dewleta Tirk a dagirker derekevin. Piştî daxuyaniyê koçberên Şehbayê dest bi derketina ji herêmê kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, koçber dê li herêmên Tebqa û Reqayê bên bicihkirin.