Jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li qadan bûn

Li Kobanê, Heseke û Şehbayê jin li dijî qetilkirina Endama Navendên Lêkolînê ya Jineolojî Nagihan Akarsel jin li qadan bûn. Jinan pêyama berdewamiya têkoşînê dan.

Navenda Nûçeyan – Li tevahî cîhanê di bin navên cuda de jin tê hedefgirtin li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Saroxan û duh li Başûrê Kurdistanê Nagîhan Akarsel bi destê faşîzm û hişmendiya wê ya mêr-dewletê hat qetilkirin. Li hemberî kîna faşîzm û zîhniyeta mêr a serdest li tevahî cîhanê jin li qadan bertek û nerazîbûna xwe nîşan didin. Îro li Kobanê, Heseke û Şehbayê ji li dijî qetilkirina Endama Navendên Lêkolînê ya Jineolojî Nagihan Akarsel li qadan bûn.

Hesekê

Li gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a taxa Nasra ya bajarê Hesekê, Kongra Star, Navenda Jinlojî û Saziya Malbatên Şehîdan kon vegirtin.

Êva Mihmed Ebid El- Kerîm hedefgirtina Nagiha Akarsel şermezar kir û wiha axivî: “Nagîhan Akarsel, li hemberî faşîzma ku Jîna Emînî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jinan ku bi dirûşma ‘Jin jiyana zadî’ li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da û em ê Nagîhan Akarsel bi bilindkirina Şoreşa Jinan a Kurdistanê bidin jiyîn. Em didin diyarkirin ku em ê ji rikê tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê, xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbîriya jinan tola hevala Nagîhan bigrin û em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar vê sûîqesta siyasî şermezar bikin û bi dirûşma ‘Jin jin azadî’ têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtingerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz îbrahîm û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin, li hemberî vê cînayeta hovane li derdora dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hat pêşxistin çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin.”

“Hedefgirtina jinan hedefgirtina Felsefya Rêber Ocalan e”

Endama Navenda Jineolojî ya Kantona Hesekê Eliya Amara da zanîn ku li tevahî cîhanê jinên azadîxwaz dibin hedef û wiha axaftina xwe domand: “Nagîhan di hundirê xwe de libên azadiyê da çandin û ji bo pêşxistina zanista jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye, Şengal û cihên din xebitî. Faşîzm li her derê kîn û siyaseta qirkrinê zêde kiriye û di şexsê jinan de dixwaze tevahî cihanê bixe bin serweriya xwe. Her jina ku dibêje na ji faşîzm re, na ji zîhniyeta mêr re, tê hedefgirtin, bi van hedefgirtinan dixwazin îradeya jinên azad têk bibin û jinan bêdeng bihêlin . Lê yên ku dibêjin jin jiyan azadî û yên ku wê bihîstine dê tu carî bêdeng nemînin.”

Şehba

Endam û nûnertiyên Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya herêma Efrînê daxuyanî dan û hedefgirtina Negîhan Akarsel şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Lêkolînê ya Jineolojî li navçeya Fafîna knatona Şehbayê bi beşdarbûna jinên ku cih di saziyan de girtine hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Navenda Lêkolînê Jineolojî Zahîde Memo ve hat xwendin.

Zahîde Memo wiha axivî: "Nagîhan Akarsel, li hember Faşîzma ku Jîna Aminî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jinan ku  bi dirûşma Jin jiyan azadî li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da û em ê Nagîhan Aksel bi bilindkirina şoreşa jinan a Kurdistanê bidin jiyîn. Em didin diyarkirin ku, em ê ji riya tarîbûna zîhnî ya faşîzmê û mêrîtiyê, xebatên bi jineolojiyê û bi afirandina ronakbiriya jinan tola Nagîhan hildin û em bang dikin ku hemû jinên şoreşger,demokrat, jinên azadîxwaz, akademîsyen û mirovên zanyar vê sûîqesta siyasî şermezar bikin û bi drûşma jin jiyan azadî têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtingerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin."

"Di şexsê jinan de dixwazin civakê bikin kole"

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Efrîn-Şehbayê Zehrîban Hisên hedefgirtina Negîhan Akarsel şermezar kir û got: "Dijmin her jina zana, perwerdekirî, rêxistinkirî, pêşenga jinan û ji bo azadiya wan di nav lêgerînê de ye hedef digre. Dijmin jî dixwaze bi vê rêbazê jinan ber bi qirkirinê ve bibe. Armanc ew e ku di şexsê jinan de civakê bike kole, tune bike. Ji ber vê yekê banga me ji hikumeta başûrê Kurdistanê re heye ku kesên van sûcan dikin hesab ji wan bê xwestin û bên dadgehkirin. Em careke din hedefgirtina jinên pêşeng û zana bi tundî şermezar dikin."

"Tirsa wan ji jinên pêşeng û zana heye"

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Gulê Cefer jî wiha got: "Em êrîşên ku li ser jinên me yên pêşeng û rêveberên vê civakê çêdibin şermezar dikin. Ev êrîşên ku rojane li ser jinan tên kirin, berdewamiya planên qirêj in. Negîhan Akarsel xwedî bawerî û hêz bû ji jinan re her wiha ji bo azadiya wan lêkolînên xwe berdewam dikir. Bi riya van êrîşên hov tirsa dewletên desthilatdar ji jinên zana û pêşeng diyar die. Em ê dengê xwe li dijî qetilkirina jinan bilind bikin û şopdarên xeta wan bin ji ber ku jinên Kurd îro riya xwe ya azadiyê hilbijartine û xwedî li civaka xwe derdikevin."

Şêniyên Kobanê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meşiyan

Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê di bin dirûşma "Bi pêşengiya jinan em ê hişmendiya desthilatdar têk bibin" li dijî qetilkirina jinên pêşeng meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî", "Dest nedin guliya jin, vîna guliya jin sembola serkeftinê ye" û "Bi zanista jin emê îxanetkaran têk bibin", her wiha bi sedan wêneyên jinên pêşeng hatin hilgirtin. Meşê bi siloganên "Jin, jiyan, azadî" û tilîliyan ji qada şehîd Egîd destpê kir, ber bi bi qada Jina Azad ve çû û rawestiya.

"Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî têbikoşin"

Jina ciwan Firyal Temî hêrsa xwe ya li dijî êrîşên ser jin wiha anî ziman: "Di sedsala ku em tê de dijîn, jin pêşengiya serkeftinê dikin û şoreşan ava dikin. Ji lewra hişmendiya mêr-dewlet bê navber jinên di nava civakê û şoreşan de bi bandor hedef digrin. Li dijî van êrîşan em ê weke jin bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” xwedî li têkoşîna pêşengên xwe derkevin û li dijî hişmendiya desthilatdar serî hildin."

"Em ê bi zanista Jineolojî azadiyê misoger bikin"

Berdevka navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Canê Ebdo qetilkirina Nagihan Akarsel şermezar kir û wiha got: "Dewleta tirk êdî bi rengekî eşkere dijminahiya xwe ya li hember nasnameya jin nîşan dide. Em dibînin ku jinên di qadên leşkerî,  zanistî, siyasî, rêxistinî û hwd dixebitin û pêşengiyê dikin, hedef digre. Em dibêjin ev êrîş zanista jin Jineolojî armanc digre. Ji lewra em ê ji bo tolhildana wê zanista xwe kûr bikin û di asta cîhanê de bidin naskirin. Em ê li pey şopa heqîqetê bê navber têbikoşin, azadiya jin û civakê misoger bikin."