KJK: Xeta me ya Zîlanê wê bibe bingeha sîstema azadiya jinan

Koordînasyona KJK’ê ji bo bîranîna şervanên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane got: “Em bang li hemû jinên ku di her warê jiyanê de di nava berxwedanê de ne dikin ku jiyana bi Zîlanbûnê fam bikin, têkoşîna azadî û ala serkeftinê bilind bikin.”

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Zîlan (Zeynep Kinaci) di 28’emîn salvegera şehadeta wê de û cangoriyên azadiyê yên di meha Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. KJK’ê da xuyakirin, ku meha Hezîranê bi çalakiya fedaî ya Zîlanê li Dêrsimê di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk, di dîroka têkoşînê de wateyeke nû bi xwe re aniye û weka ‘Meha fedaiyan’ cihê xwe girtiye.

‘Riya jinên azadîxwaz ronî kir’

Tevgera Azadiyê ji destpêkê ve weke tevgereke fedaî tevgeriya û her serdemê pêşengên xwe afirand, anî ziman ku şehîdên azadiya jinan di nava vê pêşengiyê de li refên herî pêş cih girtine û riya jinên li azadiyê digerin di her serdemê de ronî kirien. Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî berdewam kir:

“Hevrê Hanim Yaverkaya weke yek ji hevalên jin ên ku tevgera me ya azadiyê herî zû nas kir, di dîroka me ya têkoşînê de bû xwedî cihekî taybet û di 28’ê Hezîrana 1985’an de tevli karwanê nemiran bû. Hevrê Zîlan di Gulana 1996’an de li hemberî hewldana êrişê ya li ser Rêber Apo, bi çalakiyeke mezin nîşanî cîhanê da ku destên qirêj ên dirêjî Rêber Apo dibin wê bên şikandin. Hevrê Zîlan got, ‘Îdiaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyana bi wate û çalakiyeke mezin. Ji ber ku gelekî ji jiyanê û mirovan hez dikim, dixwazim vê çalakiyê li dar bixim.’ Bi vî rengî nîşan da ku ew ber bi mirinê ve naçe, bi vê çalakiyê riya jiyana azad dibîne. Wan gotinên hevrê Zîlan ji bo jinên ku her roj têne qetilkirin, tune tên hesibandin, bê îrade û bê îdia têne hiştin, riya jiyana bi wate nîşan da. Ji bo jiyana bi wate û azad îşaret bi têkoşîn û serkeftinê kir.

Baweriya xwe bi çalakiya fedayî tacîdar kir

Çalakiya hevrê Sema Yuce ya 21’ê Adarê di 17’ê Hezîrana 1998’an de bi şehadetê tacîdar bû. Çalakiya hevrê Sema li dijî êrişên ji derve yên li ser tevgera me ya azadiyê, Rêber Apo, di heman demê de li hemberî feraseta paşverû ya navxweyî û dûrketina ji xetê bû bersivek. Li dijî vê sîstema ku jinan bê îdîa û bê îrade dihêle û ji jiyanê qut dike, weke hêza jiyanê û serkeftinê ya jinan baweriya xwe ya bi hevrêtiyê bi çalakiyeke bi rûmet tacîdar kir. Hevrê Sema bi çalakiya xwe her wiha rê nîşanî hevriyên mêr da ku bi jinan re dikarin hevrêtiyeke rast bikin. Hevrê Fîkrî Baygeldî li pêşberî çalakiya hevrê Sema got, ‘Hevrê Sema fermandara min e û bi vê çalakiya xwe ez ê bibim leşkerekî jin a Kurd a fermandar.’Bi vî rengî rûyê herî şênber ê hevrêtiya bi jinan re nîşan da û çalakiya fedaî li dar xist.

Di rêxistina tevgera fedaî de roleke bingehîn lîst

Hevrê Gulan Garzan (Fîlîz Yerlîkaya) ji bo fedaîtî bibe xetek û di nava têkoşîna me de bê birêxistinkirin bi roleke bingehîn rabû. Hevrê Gulan bi vê pêşengiya xwe bû hedefa dijmin û xeta tasfiyekariyê û di 7’ê Hezîrana 2002’an de hat qetilkirin. Hevala Rûken Herekol (Emîne Tayboga) weke endameke Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan di 26’ê Hezîrana 2006’an de li Antalyayê çalakiya fedaî kir û şehîd bû.

Damarê sereke yê bilindbûna agirê şoreşê

Li Rojhilatê Kurdistanê ku gulistana serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, hevrê Zîlan Pepûle (Latîfe Selamet) ku gavên destpêkê yên vê şoreşê avêt, li ber dîlgirtina Rêbertî rabû, bi vî rengî tevli nava refên têkoşînê bû, navê Zîlan li xwe kir û biryardariya xwe ya ji bo azadiyê nîşan da. Hevrê Zîlan Pepûle li Merîwanê di 30’ê Hezîrana 2006’an de di şerê dijî pastarên Îranê de bi birîndarî dîl ket dest, îşkenceyên giran lê hatin kirin û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Ev berxwedan damarê sereke ya agirê şoreşgerî yê îro bilind dibe ye.

Teslîmiyetê tu caran qebûl nekirin

Dema ku li Mûsilê 19 jinên Êzidî bi destên DAIŞ’ê hatin şewitandin û qetilkirin Hezîrana 2016’an bû. Jinên Êzidî ku çand û mîrateya berxwedanê bi rûmetdarî meşandin, li dijî zilma DAIŞ’ê teslîm nebûn û bi şewitandinê şehîd bûn. Lê belê teslîmiyetê tu caran qebûl nekirin. Bersiva herî mezin a şewitandina 19 jinên Êzidî û qetilkirina bi hezaran jinên Êzidî afirandin û pêşvebirina xwerêxistin û xweparastina jinên Êzidî ye. Xwe ji xweliya xwe ji nû ve afirandin û bersiva herî mezin li hemberî DAIŞ’ê û sîstema mêr a hegemon, dan.

Pêşenga ku bi dil û can dixebitî

Ji fermandarên pêşeng ên tevgera azadiyê ya jinan endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) jî 23’ê Hezîranê şehîd bû. Li Serhed, Zagrosan, Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Ji bo paradîgmaya azadiya jinan a Rêber Apo bigihîjîne hemû jinan bi dil û can dixebitî, milîtaneke pêşeng bû. Wezîfeya me hemûyan e ku em vê rê û rêbazên vê têkoşîna wê bigihîjînin hemû jinan.

Bi pêngava jinên azad û kesayeta azad afirandin

Şoreşa Rojava weke şoreşa jinan di hişê tevahiya jinên cîhanê de cihê xwe girt. Vê şoreşê di nava xwe de pêşengên xwe afirand. Van jinên pêşeng di nava karên avakirina civakî de ji perwerde û birêxistinkirina zarok, jin û ciwanan heta bi avakirina qadên jiyanê li her qadê bi pêşengiyê rabûn û ji bo afirandina kesayetên jinên azad gavên girîng avêtin. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa êrişên dewleta Tirk a qirker faşîst. Di sala 2020’an de hevrê Hebûn, Zehra Berkel, Dayîka Emîne par jî hevrê Reyhan û Yusra Derwêş weke şehîdên meha Hezîranê cihê xwe di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan de girtin. Xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirin û serxistina karên avakirina civakî ya li ser bingeha xeta azadiyê û çanda demokratîk dibe.

Li çar parçeyên Kurdistanê ked da

Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan (Hatîce Hezer) bi çîrokên li ser Komkujiya Zîlan mezin bû, ji bo ev dîroka bi êş careke din dubare nebe tevli nava refên têkoşînê bû. Weke fermandareke mezin ji qada Rêbertî heta çar parçeyên Kurdistanê; li çiya û bajaran ked da û nirx afirandin. Hevrê Bêrîvan Zîlan ku milîtana mezin a Rêber Apo, pêşenga tevgera me ya jinan bû, em ê bi serxistina têkoşînê xwedî lê derkevin.

Hemû jiyana xwe da têkoşînê

Hevrê Raperîn Amed (Delal Azîzoglû) di sala 1992’an de li Amedê tevli nava refên gerîla bû, heta kêliya dawî bi eşq û baweriyeke mezin meşiya. Weke milîtanekê bi kesayetiya xwe ya sade û leheng felsefeya jiyanê ya Apoyî bi cih anî. Tevli her asta têkoşîna azadiyê bû, li her qadê ked da, berhem afirand. Jiyana xwe bi temamî da têkoşîna li ser xeta Zîlanê. Di karên avakirina sîstema konfederal a demokratîk de kedeke mezin da û dema ku karên avakirina civakî dimeşand şehîd bû.

Bê dudilî xizmeta heqîqetê kir

Hevala Şehristan Asmîn ku li qada çapemeniya azad bi salan ked da, di ronîkirina rastiyê û heqîqeta jinan de bi rola pêşengiyê rabû, tevli nava karwanê şehîdên meha Hezîranê bû. Kesayetiya wê ya azad ku bê dudilî xizmet ji vê heqîqetê re kir, têkoşîna me ya jinên azad û çapemeniya azad ronî dike.

Xeta Zîlan pêşenga her serdemê diafirîne

Hezîran meha şehîdên fedaî yên nemir e. Têkoşîna me ya azadiyê îro jî di serî de li Zap, Metîna û Avaşîn, li her qada berxwedanê ya ku hêzên me yên YJA Star û HPG’ê lê ne, berdewam dike. Çalakiya hevala Rûken û Sara, Rojhat û Erdal jî rewşa nûjen a vê xetê ne. Em dizanin; têkoşîna me wê hîn bêhtir li cîhanê belav bibe, xeta me ya Zîlan wê xwe mezin bike, dîrokê ava bike û di her serdemê de pêşengên xwe biafirîne, bi vî rengî bibe avakar û mîsogeriya herî bingehîn a sîstema azadiya jinan a demokratîk.

Bi pêşvebirina têkoşînê bersiv da

Rêber Apo ji bo hevala Zîlan dibêje: “Zîlan xwedawendek e ku divê em li hemberî wê bejna xwe bitewînin. Di agirê Zîlanê de her tişt tê afirandin. Tercîhkirina mirovahiyê, bi ziman û fikrên Zîlanan dibe.” Zîlan di nameya xwe de ku her gotineke xwe perspektîfa jiyana azad bû, ji bo Rêber Apo dibêje “Di her kêliya zor û zehmet de li we û hezkirina we difikirim û hêza manewî jê digrim. Yê ku herî zêde dilsozê şehîdan e hûn bi xwe ne. Li ser vê bingehê çavên min wê li pey min nemîne.”

Rêber Apo dilsoziya bi şehîdan re bi pêşvebirina têkoşîna ku her dem berdewam kir, bersiv da. Ev dilsozî û nêzîkatiya ku çavên şehîdan li pişt wan nahêle, nêzîkatiya Rêber Apo ye. Dilsoziya bi şehîdan re dilsoziya bi Rêber Apo re ye. Dilsoziya bi şehîdan re parçekirina dîwarên sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ye, mezinkirina çalakiyên ji bo rêbertiya azad û welatê azad e. Erkê ku dikeve ser milên me jinan ew e ku bi qasî bîranîna şehîdan famkirina wan e û bicihanîna wan e.

Banga ji bo xwedîderketina li mîrateya wan

Weke KJK’ê em bang dikin ku ji 17’ê Hezîranê heta 30’ê Hezîranê şehîdan û rêbertî fam bikin, bixwînin, nîqaş bikin û çalakiyên mezinkirina nirxên hevrê Zîlan bigihîjînin asta herî bilind; bi vî rengî xwedî li mîrateya şehîdên me derkevin. Em nameyên şehîdên pêşeng di van çalakiyan de bixwînin, jiyan û taybetmendiyên kesayetiya wan, xeta wan a têkoşînê fam bikin û ji hev re vebêjin. Bi rengê herî şênber ê watedar em nirxên şehîdan nîşan bidin. Em van rojan bikin rojên peydakirina riya jiyana bi rengê Zîlan û Semayan.

Werin em biryardariya xwe ya jiyanê berfireh bikin

Jiyana azad jiyana bi wate ye. Jiyana dûrî îdiaya azadiyê, bêwate ye. Wê demê ji bo em bibin xwedî çalakiyên ku jiyana me bi wate dike, em têbikoşin. Em îdiaya xwe ya jiyanê mezin bikin, jiyanê bedew bikin, ji bo vê jî bixebitin û bi ser bixin. Weke KJK’ê em bang li jinên ku li her warê jiyanê ne dikin ku berxwedanê bilind bikin; li malê, kolanan, dibistanan, kargehan, çiya, çeperan, bajaran çalakiyên ji bo famkirina jiyana bi rengê Zîlan, têkoşîna azadiyê mezin bikin û bang li jinên ciwan jî dikin ku ala jiyana bi rengê Zîlanê bilindtir bikin.”