KJK: Meşa ber bi Rêber Apo ve diherike meşa azadiyê ye

Koordînasyona KJK’ê got “Meşa ber bi Rêber Apo ve diherike meşa azadiyê ye” û bang li jinan kir ku ji bo veguherîna Tirkiye û Rojhilata Navîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze bide destpêkirin, bi dil û can bixebitin.

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona KJK’ê (Komalên Jinên Kurdistan) bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KJK di daxuyaniya xwe de got ku ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî azad bijî û şert û mercên guncav ji bo xebata wî bên dabînkirin, divê hemû alî bi awayekî hêztir beşdarî pêngava ‘Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk’ bibin.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê bi vî rengî ye:

“Di salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de ku ji aliyê gelê Kurd û gelên ku di paradîgmaya Rêber Apo de hêviya jiyana demokratîk dibînin, weke roja reş pênase kirine, em hemû şehîdên xwe yên ku gotin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe li dora Rêber Apo kirin xelekek ji agir, bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ji holê rakin ku di şexsê Rêber Apo de tinekirinê li gelê Kurd, jinên demokrasî û azadîxwaz û gelan ferz dike, bi vî rengî em ê armanca herî mezin a şehîdên xwe pêk bînin.

Dewletên hegemon ên ku tevlî komploya navneteweyî bûn, qîrîna gelê me ya ku sed sal in ji bo jiyana azad berdêlan dide nebihîstin û hevkarên wan şermezar dikin û dibêjin ku li peşberî dîroka berxwedanê ya gelan wê teqez bêne darizandin û bi vê roja reş bêne bîranîn.

Em zanin ku hêzên modernîteya kapîtalîst ên tevlî vê komploya qirêj bûn, armanca xwe ya esasî ew bû ku di şexsê Rêber Apo de tevgera me ya azadiyê û gelê Kurd biqedînin û Kurdan bi temamî qir bikin. Gava ku ev armanca xwe pêk anîbûna wê li gorî dilê xwe dest li cografya Kurdistanê û Rojhilata Navîn werbidan, li gorî berjewendiyên xwe sînor diyar bikira û ev cografya ku dergûşa gelan e bixistina nava kaosa şerekî bêdawî. Yekane îdeolojiya ku dikare li pêşiya van planên qirêj bisekiniya jî felsefeya jiyana bi hev re û azad a Rêber Apo bû. Rêber Apo li nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ku kes nikare îdare bike û di bin tecrîda mutleq de ne tenê jiya, her wiha weke sosyalîstekî jiya. Di destê dijmin jî de be, paradîgmaya jiyana demokratîk, azad û sosyalîst afirand û bi vî rengî bersiva herî bi wate da hêzên komploger.

Sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo Rêber Apo her roj û her kêlî biqedîne, ji bo tiştekî ji ber hêviyê nehêle bi rengekî taybet hate avakirin û Rêber Apo jî di nava vê sîstema êşkence û qirkirinê de her roj, her kêlî xwe afirand, nû kir û bersiva herî bi wate da avakarên sîstema qirkirinê. Bi gotina, hûn çawa dikarin bi milyonan mirovî li hucreyeke teng bihêlin, bû hêviya bi milyonan mirovî. Bi gotina xwe vejîna 3'yemîn li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokratîk da rûniştandin û paradîgmaya vê yekê afirand. Bi rêya vê paradîgmayê li derveyî jiyana bi nexweşiyê ya ku modernîteya kapîtalîst li gelê Kurd, jinan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ferz dike, nîşan da ku jiyaneke demokratîk û azad dikare bê afirandin.

Bûyer û pêşketinên heyî yên li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêmanên esasî yên vê paradîgmayê ne ku îro bala tevahiya cîhanê li ser e, li gel êrîş, komkujî û qirkirinê jî gelên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, Çerkez û baweriyên cuda di jiyana azad de israr dikin û bi pêşengiya jinê jiyan afirandine. Rêbaza xwerêveberiyê ya ku hemû cihêrengî bi hev re bi nasname û îradeya xwe di nav de ne, bû temînata wê yekê ku ev proje li Rojhilata Navîn û cîhanê dikare bi cih bê anîn.

Jinên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn di nav rewşeke ku ji asta koletiyê jî derbas dibû dijiyan, bi paradîgmaya jina azad a Rêber Apo hişyar bûn û têkoşîna xwe didomînin, jiyaneke bi rengê jinê ava dikin. Ji ber vê yekê, wek jin em baş dizanin ku ev komploya qirêj di heman demê de li dijî xeta me ya jina azad a Rêber Apo ye û em jî têkoşîna xwe li ser vê bingehê pêş dixin.

Serketina hebûn û azadiya gelê Kurd û jinan ji hilweşandina pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê derbas dibe. Li ser vê esasê di serî de jin û ciwan, em bangî hemû gelê xwe yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk dikin ku û dibêjin ku êdî tehemûla me nemaye ku Rêberê me 15'ê Sibateke din jî di nav pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de derbas bike. Loma ji bo ku bi awayekî azad bijî û şert û mercên guncan ji bo xebata wî bên dabînkirin, divê hemû alî bi awayekî hêztir beşdarî pêngava Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Demokratîk bibin. Divê ji 7 salî heta 70 salî, her kes bi îdîaya gihandina vê roja reş bi rengên azadiyê re, ji bo bilindkirina hêviya jiyaneke azad bixebite. Da ku Rêber Apo bikare projeya xwe ya ku bi taybet ji bo jinan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn mifteya jiyaneke bi hev re, azad û demokratîk e li her derê ava bike û bikare rola xwe ya dîrokî bilîze, divê em ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên guncan li qadan bin. Em bangî hemû jinan dikin ku bi wê hişmendiyê tevbigerin ku meşa ber bi Rêber Apo ve diherike di esasê xwe de meşa azadiyê ye. Loma ji bo veguherîna Tirkiye û Rojhilata Navîn a li ser bingeheke demokratîk ku Rêber Apo dixwaze bide destpêkirin, hemû jin bi dil û can bixebitin.”