KJK: ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye dirûşma têkoşîna jinên cîhanê

KJK di daxuyaniya dayî de têkoşîna jinên Hindî û Efganistanê silav kir û diyarkir ku ‘Jin Jiyan Azadî’ bûye dirûşmeya têkoşîna jinên cîhanê û got: “Dem ew dem e ku sîstema konfederal a jinê ava bikin û azadiyê bikin yekane alternatîfa cîhanê.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) derbarê çalakiyên di aste gerdûnî de li dijî biryara cezayê darvkirina jinan de daxuyanî da. KJK di daxuyaniya xwe de çalakiyên jinên ên ji bo bûyera di 9’ê tebaxê de li bajarê Kalkuta ya Hindistanê bijîşka stajyer ya li nexweşxaneya dewletê de dixebitî rastî tecawîzê hate û dûre hate qetilkirin, çalakiyên jinên Efganistanê yên li dijî Talîban, çalakiyên ‘na ji darvekirinê re’ yê li dijî biryara ceza darvekirinê ya Îranê ku li Şerîfe Muhamedî û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî bi bîrxist û destnîşan kir ku tiştên hatîn jiyin di têkoşîna jinan de pêvajoyek giring e.   

KJK di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Li dijî destavêtin û kuştina jinan ku di asta qirkirina jinê de têne kirin, raperîna jinê ya li Hindistanê û greva giştî ya kedkarên tenduristiyê, her wiha li Efganistanê çalakiyên jinên Efgan û dostan ên li hemberî desthilatdariya Talîbanê û li Îranê berxwedana jinê ya li dijî darvekirinê ku di asta navnetweyî de li hemberî cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktivîsta kedkaran Şerîfe Mûhammed hate birîn, di têkoşîna azadiyê ya jinê de bûye pêvajoyeke girîng.

‘Ji her demê zêdetir em bi gefek mezin re rû bi rû ne’

Sîstema modernîteya kapîtalîst û baviksalar di nava krîzeke kûr de ye. Desthilatdariya baviksalar û kapîtalîzm bi desteserkirina qadên nû yên daneheviyê, bi mêtingeriyê û şer hewl dide krîza xwe ya desthilatdariyê çareser bike û hebûna xwe dewam bike. Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke bi vî rengî ya krîzê û ji bo vê yekê pênaseya Şerê Cîhanê yê 3'yemîn tê kirin. Şerê Cîhanê yê 3'yemîn li dora îdeolojiya zayendîperest û olperest tê meşandin. Welat, gel, jin di bin êrişa mêtingerî û jinûve parvekirinê ya hêzên hegemonîk de ne. Li her devera cîhanê di şer de neolîberalîzm û olperestiya radîkal weke du rûyên madalyonê dijminatiya li jinê, kuştina jinê, desteserkirina bedena jinê weke kiryarên bingehîn ên rêveberiya xwe dimeşînin.

Şerê li dijî jinê ku bi hezaran sal in hatiye ragihandin, bi rengekî giran tê meşandin. Rojhilata Navîn, Asya û Efrîkaya Bakur weke hînterland a vî şerî ew herêm in ku jin her roj lê têne qetilkirin. Di serî de Îran, Efganistan, Hindistan, Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Bangladeş, Lîbya, Latîn Emerîka netewe dewlet û mêrtiya serwer hewl didin krîza xwe bi şerê li dijî jinê ji holê rakin. Gefa li dijî me ji her demê mezintir e. Bi lihevkirina Iraq-Tirkiye-PDK-Bexdayê re partiya siyasî ya Şengalê PADÊ hate girtin û tê xwestin, hêzên xweparastinê YBŞ-YJŞ weke hêzên li derveyî qanûnê bêne ragihandin û bêne tasfiyekirin. DAÎŞ'ê li Şengalê dest bi siyaseta xwe ya qirkirina jinê kir û ji wê derê belavî tevahiya cîhanê kir. Lewma tifaqa Tirkiye-Iraq-PDK'ê ya li dijî Şengalê, tifaqa veşartî ya DAÎŞ'ê ye. Ev tifaq radixe pêş çavan ku jin li tevahiya cîhanê bi konsepteke nû ya êrişê re rû bi rû ne.

'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma berxwedanê ya jinên cîhanê

Komkujiya jinê bi gelek aliyên fîzîkî, siyasî, aborî û exlaqî tê meşandin. Li dijî komkujî, destavêtin û qirkirina jinê eger em xweparastina jinê, çalakiyên aborî, fîzîkî, exlaqî, siyasî û rêxistinî ji her alî ve mezin nekin, jiyan û azadiya jinê wê bi windahiyên trajîk û mezin re rû bi rû bimîne. Raperîna jinê, rêxistiniya jinê, amûrên berxwedana çekdarî yên jinê şerê xweparastinê ne. Eniya berxwedana demokratîk û şoreşger a Şerê Cîhanê yê 3'yemîn wê bibe sîstema alternatîf û berxwedana azadîparêz a jinê. Em di asteke diyarker a dîrokî de ne û berxwedana jinê bûye xwedî mîsyoneke şoreşgerî û roleke dîrokî ya bi vî rengî. Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' bûye dirûşma berxwedanê ya jinên cîhanê. Em raperînên li Hindistan û Efganistanê yên li dijî komkujiya jinan weke berxwedaneke xweparastinê silav dikin û bang li tevgerên jinan hemûyan dikin ku vê berxwedanê mezin bikin. Em ji dil bi jinên Hînt, Efgan, Fars, Ereb, Efrîkayî û hemû jinên li rojhilat û rojava re ne.

Dem ew dem e ku li her derê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' eniya azadiyê ya jinê, berxwedan û xweparastina jinê bi pêş ve bibin, sîstema konfederal a jinê ava bikin û azadiyê bikin yekane alternatîfa cîhanê. Eşkere ye ku sîstemên berxwedanê yên ku rêxistiniya xwe nekarîne bikin wê ji holê rabin; lewma li ser bingeha em li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi ser bikevin, dem hatiye ku em weke tevgerên jinê hêza xwe bikin yek.”