KJK: Divê her kes li dijî qirkirinê xwedî helwest be

KJK’ê têkildarî êrîşa dewleta Tirk ê li Silêmaniyêli dijî wesayîteke rojnamevanan pêk anî û di encamê de 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin, daxuyanî da û got: “Divê her kes li dijî qirkirinê xwedî helwest be.”

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk ku di saetên siharê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê li dijî wesayîteke rojnamevanan pêk anî û rojnamevanên jin Gulîstan tara û Hêra Bahadîn hatin qetilkirin. Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) têkildarî êrîşê daxuyanî da û bang li her kesî kir ku xwedî helwest bin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro di saetên siharê de ji kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrîşa SÎHA’yên Tirk de hatin qetilkirin. Di serî de em vê êrîşa nemerd bi nefret şermezar dikin, sersaxiyê ji malbat, kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku Gulîstan Tara û Hêra Bahadîn ku di têkoşîna xwe ya jin de weke lehengên jin ên cîhana azad bidin jiyîn. Şîfaya lezgîn ji Rêbînê re dixwazin ku di êrîşê de birîndar bû.

‘Konsepteke qirkirina Kurd a topyekûn tê meşandin’

Ji ber ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne, sepandinên pêwîst nayên kirin, ev êrîş sîstematîk bûne. Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihandibû ku di navbera salên 1991 û 2024’an de di êrîşên Tirkiyeyê de 344 kes jiyana xwe ji dest dane, 358 kes birîndar bûne û di encama van êrîşan de zêdetî 170 gund hatine valakirin. Di heman demê de li Rojava û Şengalê hêzên rêveberiya xweser û sivîl tên qetilkirin, li Bakurê Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî şer tê meşandin. Konsepteke qirkirina Kurd a topyekûn li ser tevahiya Kurdan tê meşandin.

‘Di encama zemîna peymanê de hatin qetilkirin’

Bi peymana Enqere-Bexdayê ya di 15.08.2024’an de lihevkirineke nû ya qirkirina Kurdan ket meriyetê. Ya ku vê peymanê ji peymanên hevpar ên hêzên qirker cuda dike ev e ku cara ewil partiyeke ku qaşo partiya Kurd e, rasterast di lihevkirina qirkirinê de cih digire. PDK’ê ji bo ku hêzên qirker di vê peymanê de lihev bike bi rola wezîrê têkiliyên derve yê Tirk rabûye û piştî peymanê tasfiyekirina hêzên xweparastinê yên Şengalê YBŞ-YJŞ’ê û girtina Çapemeniya Azad xist rojevê. Bi vî rengî PDK’ê zemîna êrîş û komkujiyên nû afirand. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama zemîna vê peymanê de hatin qetilkirin.

‘Dewleta Iraqê rûmet û pêşeroja gelên Iraqê firotiye dewleta Tirk’

Divê gelê me û raya giştî ya hêja bizanibe ku ev peymana qirkirina nû ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ye. Plana qirkirinê bi armanca federasyona Başûrê Kurdistanê gav bi gav ji holê rake, êrîşî Rojava û Şengalê bike û li her derê cîhanê li ser Kurdan were meşandin, di meriyetê de ye. Peymana Cezayîrê ya nû û rewşek nû ya Enfalê heye. Ji ber ku Tevgera Azadiyê li pêşiya pêkanîna vê qirkirinê asteng dibînin, rasterast êrîşî Tevgera Azadiyê dikin. Armanca operasyona dagirkeriyê ya bi hevkariya Komara Tirk-PDK’ê li dijî gerîla hatiye pêşxistin, projeya Mîsakî Millî ya qirkirinê ku Mûsil-Kerkûkê jî digire nav xwe ye. Di vê wateyê de dewleta Iraqê rûmet û pêşeroja gelên Iraqê firotiye dewleta Tirk.

‘Gelê Kurd wê ji her demê zêdetir bi hêztir vê peymana qirkirinê têk bibe’

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî xiyanet û qirkirinê helwesteke şoreşgerî nîşan bidin. Banga me ji civaka navneteweyî re ev e; serbestiya qada hewayî ya ku li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin, hevpariya komkujiya Kurdan e. Em bang li wan dikin ku dev ji vê hevkariya komkujiyê berdin û bang li her kesî dikin ku zextê li civaka navneteweyî bikin. Divê ti kes li ser gelê Kurd siyaseta erzan nemeşîne û hêza gelê Kurd paşguh neke. Gelê Kurd wê ji her demê zêdetir bi hêztir vê peymana qirkirinê têk bibe, dîktatoriyan hilweşine û wê bên darizandin.”