KJK: Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemberî her cûre kiryarên faşîzan mezin dibe

KJK’ê di salvegera sêyemîn de destnîşan kir ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna azadiyê ya hemû jinên cîhanê ye û got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne ew şoreş e ku destpê kir û bi dawî bû, berevajî li hemberî her cûre kiryarên faşîzan mezin dibe.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK)’ê bi boneya salvegera sêyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek nivîskî weşand. Û diyar kir ku  riya Îran a Demokratîk ji ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derbas dibe û bang li jinan û gelan kir ku vê şoreşê mezin bikin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî ku nîşaneya herî bedew a teza ‘Sedsala 21’ê sedsala jinê ye’ di salvegera 3’emîn de ye. Di şexsê Jîna Emînî, Şilêr Resûlî, Nîkaşa Keremî, Komar Derûftadî, Zekeriya Xeyal û Mînû Mecîdî de em şehîdên şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Ji bo pêkanîna jiyaneke bi rûmet, edlane, wekhev û azad soza xwe dubare dikin ku şehîdan di oxira wê de canê xwe feda kirin.

Bi avakirina Kurdistan û Îrana demokratîk ku hesreta wan a herî mezin bû, em sozê didin ku xeyalên wan ji me re hiştine bi cih bînin.

Sala 3’emîn a şoreşê di serî de li Rêber Apo ku mîmarê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, li malbatên hêja yên ciwanên di şoreşê de şehîd bûne, li jinan hemûyan, li gelên Îranê û mirovahiyê pîroz be.

Beşdarên konferansa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku di 8’ê Îlonê û 13’ê Îlonê de pêk hat, di serî de em hemû jinên beşdarên wê silav dikin, hêvî dikin ku ev konferans bibe wesîle ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her derê bê birêxisitnkirin.

‘16 Îlonê ji bo jin û tevahî gelên Îranê bû xalek werçerxê’

Jîna Emînî ya 22 salî di 13’ê Îlona 2022’an bi bahaneya ku serê xwe li gorî pîvanên nixumandinê nenixumî ye hate binçavkirin û ji aliyê polîsên qaşo exlaqê ve bi êşkenceyê di 16’ê Îlonê de hate qetilkirin. Merasîma cenazeyê Jîna Emînî ku 17’ê Îlonê pêk hat, bû destpêka şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Lewma 16’ê Îlona 2022’an ji bo jinan û tevahiya gelên Îranê û cîhanê bû xaleke werçerxê ya dîroka berxwedanê. Rejîma Îranê xwest, di şexsê Jîna Emînî de tirsê bixe nava gelan û jinan hemûyan, lê berevajî vê yekê rastî meşa gel a bê tirs û bi hêrs a ber bi şoreşê ve hat.

Cîhanê di herikîna dîrokê de şahidî ji gelek şoreşan re kiriye. Lê belê her şoreş nekariye bibe xwedî taybetmendiya civakî, nekarî hem bibe şoreşa jinê hem jî bibe xwedî taybetmendiyên gerdûnî û herêmî. Lewma şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem bi pêşengiya jinan, hem bi tevlîkirina gel a li nava xwe ya ji 7 heta 70 salî, hem jî bi derbaskirina sînoran cihê xwe di dîroka berxwedanê ya gelan de girt.

‘Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi esasî şoreşeke mejî, çand û kesayetiyê ye’

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû şoreşeke welê ku ne tenê jinan her wiha mêran jî cihê xwe di nav de girtin ku dixwestin feraseta serweriya mêr bişikînin, qetilkirina jinan weke qetilkirina jiyanê didîtin û dixwestin bi jinan re bibin hevrê. Nîşanî tevahiya cîhanê dan ku dema jin û mêr bi hev re bimeşin, yanî ji bo heman armancê bimeşin, bibin hevrê, wê karibin çi bi ser bixînin. Lewma şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi esasî şoreşeke mejî, çand û kesayetiyê ye. Xwedîderkretina hemû beşên civakî li vê şoreşê nîşanî cîhanê da ku azadiya jinan xala esasî û diyarker a çareseriya hemû pirsgirêkên civakî ye.

Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem ji bo jinên Îranî û Kurd hem jî ji bo jinên tevahiya cîhanê bû meyla berxwedanê. Dirûşmê li tevahiya cîhanê deng veda, li dijî mejiyê mêr ê hegemon kapîtalîst, netew-dewletperest, totalîter û paşverû ji bo tevgerên jinan ên cîhanê bû manîfestoya azadiyê. Bi rengê ku Rêber Apo anî ziman formula efsûnî ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bû.

‘Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguheriye rastiyeke jiyanê’

Rejîma Îranê ku li pêşberî bandora vê formula efsûnî bêçare ma, kiryarên xwe yên faşîzan dewam dike. Di dema şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bi sedan mirovên me hatin qetilkirin û di sala 3’emîn a şoreşê de jî hîn ciwanên ku pêşengî ji şoreşê re kirin, tevlî çalakiyan bûn, têne girtin û darvekirin. Bi rêya vê pêkanîna faşîzan hewl dide tola şoreşê hilîne. Lê belê li gel hemû kiryarên paşverû yên rejîma Îranê, her roj hîn bêhtir diyar dibe ku pêşî li daxwaza azadiyê ya gelên Îranê nikare bê girtin. Ji ber ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmekê wêdetir veguheriye rastiyeke jiyanê.

Her cûre zexta li ser gelên Îranê bê ferzkirin kû bi sedan salan bi hev re di nava azadiyê de ne, wê rejîma Îranê hîn bêhtir nêzî hilweşînê bike. Dewleta Îranê berevajî kevneşopiya jiyana azad û çanda pir alî ya hezaran salan bi vê rejîma ku li ser gelên Îranê bi taybetî jî li hemberî jinan ferz dike, dawiya xwe bi destê xwe amade dike. Halbûkî Îraneke xurt bi naskirina azadî û xweseriya gelan, bi taybetî jî ya jinan dibe. Bûyerên li Îranê qewimîn nîşan dan ku kirasê netewe-dewletê li gelan teng e û her roj ji cihekî diçire.

‘Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemberî her cûre kiryarên faşîzan mezin dibe’

Gelên Îranê jî li hemberî kiryarên rejîma faşîst hemûyan li ser piyan e, li ber xwe dide. Bi taybetî berxwedana jinan li girtîgehên Îranê dewam dike, peyama wê yekê dide ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne ew şoreş e ku destpê kir û bi dawî bû, berevajî li hemberî her cûre kiryarên faşîzan mezin dibe. Em jî bi wesîleya salvegera 3’emîn a şoreşê di şexsê Zeynep Celaliyan, Gulrux Îrayî, Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî de berxwedana jinên li girtîgehên Îranê silav dikin.

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di heman demê de zemîna Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn û Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê xurt kiriye. Li hemberî feraseta mêr ê serwer ku li dijî jinan bû hêza rêxistinî careke din eşkere bû ku rêxistinî û berxwedana jinan glekî girîng e, ev ruhê hevpar derkete holê.

‘Şoreşa hemû jinane’

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi îdeolojiya xwe ne tenê ji bo gel û jinên Îranê, her wiha ji bo hemû jinan şoreş e, şoreşa cîhanê ye. Ji ber vê yekê berpirsyariya her kesî ye ku divê biparêz û mezin bike. Bi wesîleya salvegera 3’emîn a şoreşê em dibêjin rêya Îran a Demokratîk ji şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derbas dibe û di serî de jin bang li gelên Îranê, gelên cîhanê dikin ku di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de israr bikin, di serî de şehîdên şoreşê hemû nirxan biparêzin û mezin bikin.”