KJAR’ê ji bo Werîşe Muradî banga piştevaniya kurevî kir
KJAR cezayê darvekirinê yê ku li Werîşe Muradî hatiye birin şermezar kir û got: “Em bang li hemû jinên têkoşer dikin ku piştevaniya Werîşe Murad bikin û bi piştevaniyek kurevî li hemberî hedefên rejîma Îranê bibin asteng.”
Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) derbarê cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li endama KJAR’ê Werîşe Muradî birî daxuyaniyek weşand. KJAR bang li gelê Îran û jinan kir ku piştevaniya Werîşe Muradî bikin û li hemberî hedefên dewleta Îranê bibin asteng.
Daxuyanî bi vî awayî ye:
“Ji bo gelê Kurdistan û hemû gelê Îranê!
Ji bo hemû kesên xwedî wijdan ên cîhanê!
Havala me Werîşe Muradî (Ciwana Sine) di dîroka 1’ê tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên wezareta îstixbarata Îranê ve hate girtin û niha li girtîgeha Evînê tê ragirtin. Di nava dema derbas bûye de, rejîma mêrsalar ya Îranê, ji bo îşkenceyê li havala meya têkoşer bike hemû rêbaz ceriband. Ji xistina hucreyê, îşkenceya fîzîkî û psikolojik bigre, heta astengkirina hevdîtina bi parêzeran re her cûrê wehşet bi armanca bi zorê îtîrafkirinê pêkanî. Hemû cîhanê dît, ev çalakî negiha encamekê û li dijî daxwaza jinan ya azadiyê bê encam man. Ev polîtîka û îşkence berdewamiya polîtîkayên dijminatiya bi gel re ya bi salan didome ye.
Polîtakiyên hindir û ji derve yê komara Îslama Îranê, di van salên dawî de ketiye xetimînek kur û ev xetimîn ewqas tevlîhev bûye, ger derketinek mezin çênebe, wê hê zêdetir bikeve nava hezê. Ev xetimîn, çavkaniya xwe ji faktorên nêzîkatiyên rejîmê yê li beramberî gelan bi giştî rê li ber şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ vekirî digre. Komara Îslamê ya Îranê, li cihê ku van pirsgirêkan bi aqilane bigre dest û çareser bike, polîtîkayên xwe yên zextê kurtir kiriye û di destpêkê de li hemberî kesên ku têdikoşin cezayên dermirovî didin. Yek ji van kesên ku vê têkoşînê dike û bi cezayên wehşeta dermirovî rû bi rû tê havala me Werîşe Muradî ye.
Havala me Werîşe Muradî, ji roja hatî girtin heta niha, tevî hemû tundî û îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, bû dengê hemû girtiyên şoreşê û ên ku mehkumî darvekirinê hetine. Di nava sala derbas bûyî de, her gava ku avêtiye her roj hê zêdetir radîkaltir bûye û bûye tevgera piştevaniya şoreşgerên din ên jin ên di girtîgehên Îranê de. Di nameyên xwe de behsa nasnameya jinan û îradeya wan kir û dagehên rejîma dijminê jinan nas nekir. Di vê rastiyê de, vê carê ruhê xwe xist holê û ji 10’ê cotmehê ve li dijî cezayê darvekirinê û ji bo girtiyên mehkumî cezayê darvekirinê hatine dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û di 29’ê cotmehê de, piştî têkoşîna xwe ya 20 rojan bi banga aktivîstên polîtîk û sivîl dawî li greva birçîbûnê anî.
‘Cezayê darvekirinê nîşaneya israrkirina polîtîkayên dijminê jinê ye’
Niha pergala darazê ya Komara Îslama Îranê, pêkanînên xwe yên dermirovî didomîne, bi awayek dermirovî û bê bingeh cezayê darvekirinê li havala me biriye. Hemû girtin û pêvajoyên darizandinê bi awayek dermirovî pêşdikeve. Ji vê wêdetir, birîna cezayê darvekirinê li şoreşgerek jin, nîşan dide ku rejîm di pêkanînên xwe yên dermirovî û dijminê jinan û dijminê gel de israr dike û bizmarek din li tabuta pergala xwe xistiye. Em weke Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê, cezayê darvekirinê yê hatî dayin şermezar dikin. Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û jinên têkoşer hevrêyên Şîrîn û Zeynep in û meşaleya azadiyê ya hemû gelên Îranê hildigirin; em îlan dikin ku ew bûne sembola têkoşîna ‘Jin Jiyan Azadî’ û em wan silav dikin.
‘Em ê têkoşîna xwe pêş de bibin’
Ji girtina havala me heta niha, gelê rastî zilmê hatiye, çalakvanên azadiyê, parêzvanê mafê sivîl û siyasî, hemû kesên ku li Îranê rastî zilmê hatine û ji bo azadiyê şer dikin, ji bo piştevaniya havala me Werîşe Muradî bikin bûn seferber. Em sipasiya her yekê dikin. Divê bal bê kişandin li ser piştevaniya hevpar ya hemû civak û bi taybet ya jinan. Ji ber vê em bang li hemû çalakvan, jinên têkoşer dikin ku piştevaniya Werîşe Muradî bikin û bi pêştevaniya kurevî gihandina hedefên rejîmê asteng bikin. Em jî weke havalên Werîşe Muradî, têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê pêş dixin, em bi biryar in ku têkoşîna jinê ya xeta ku Werîşe Muradî pêşengiya wê dike bidomînin û ji bo azadiya wê em ê têkoşîna xwe pêş de bibin.”