KJAR: Di salvegera vê şoreşa mezin a civakî de li qadan bibin yek

KJAR’ê bi boneya duyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyanî da û got: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyana hevpar a aştiyane ya gelan armanc dike. Di 2’emîn salvegera vê şoreşa mezin a civakî de li qadan bibin yek.”

Navenda Nûçeyan- Bi boneya duyemîn salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emîn û Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek nivîskî parve kir. KJAR’ê got: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jiyana hevpar a aştiyane ya gelan armanc dike. Civak pir nêzî armanca xwe bûye ku ev şoreş heta niha jî berdewam dike.”

Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:

“Her ku em nêzî salvegera duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dibin, polîtîkayên hegemonên cîhanê, dewlet û neteweyên herêmê yên li dijî civakê bi taybetî jinan her roj diguherin. Siyaseta nijadperest, olî û neteweperest ên ku bi ruh, hest, daxwaz û armancên civakê re li hev nake, ne ji bo aktîfkirina wê, ji bo paşvekişîn û serdestkirina civakê tên meşandin. Di nava du salên derbasbûyî de rejîma Îranê di siyaseta xwe ya derve û navxweyî de rastî gelek qeyranan hatiye. Tepisandina nerazîbûn û xwepêşandanên herêmî, şerên li derveyî sînorên wê, têkçûna jîngehê, rewşa kaotîk a aborî û debara jiyanê, hejariya berbelav û pêkanîna cezayê darvekirinê û hwd. çend ji wan qeyranên ku ji aliyê hikûmetê bi xwe ve di nava du salên borî de hatine afirandin in.

Ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve heta hêzên sermayedar bi zelalî helwesta xwe li ser neguherîna rewşa heyî nîşan dan û rejîma Îranê însiyatîfa tepisandina dengê azadîxwazan girt. Di nav wan de jin û ciwan ku berên dînamîk ên civakê ne û hêza guherînê ne, ji her demê zêdetir bûne hedefa hêzên rejîmê.

‘Girtiyên jin rojane rastî îşkenceya rejîam Îranê tên’

Ji aliyekî ve mijara hicaba bi darê zorê û pêkanîna plana Nûrê, girtinên li kolanan ji aliyê ‘polîsên exlaq’ û qetilkirina li ser navê namûsê li gelek bajaran zêde bûne. Di vê navberê de, jinên azadîxwaz bi cezayên giran ên girtîgehê hatin mehkûmkirin. Zeyneb Celaliyan yekane girtiya siyasî ya jin li Îranê ye ku bi cezayê heta hetayê hatiye mehkûmkirin û 17 sal in di girtîgehê de ye. Di nava van salên girtî de gelek caran rastî êşkenceya derûnî û fizîkî hatiye. Lê tu carî îşkence nebû sedem ku rêgirî li riya gihîştina armanca wê bike.

Ji bilî van cezayan, girtiyên din ên jin jî rojane rastî îşkenceya rejîma Îranê tên. Bi awayekî xwezayî, di nava du salên borî de, rejîma Îranê bi taktîkên darvekirinê, tirs û xof di civakê de çêdike, da ku careke din nîşan bide dawiya vê çîrokê di nav çar dîwarên wê yên bilind ên pola de bi dawî dibe. Ev girtîgeh jî navên wan diyar in. Lê di nava salên borî de û bi taybetî di 2 salên borî de derketiye holê ku girtîgeh bûne keleha têkoşînê.

‘Ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevgirtin û yekitiyê heye’

Bîlançoyên hejmara darvekirin û girtinên di sala borî de, tirsa rejîmê nîşan dide, ne ya civakê û bi taybetî jinan! Berevajî vê, helwesta radîkal a civakê, bi taybetî jinên di girtîgehê de bû ku rejîma Îranê ditirsand ku ji bo zindîmayînê serî li zextên zêdetir bide. Çalakiya jinên pêşeng ên girtiyên siyasî nîşan da ku berxwedan çawa jiyana azad diafirîne. Bêguman ev piştgirî tenê li girtîgehan sînordar nema, li navxweyî û derveyî erdnîgariya siyasî ya Iraqê pêngavên cur bi cur ên weke ‘Na ji darvekirinê re û erê ji bo jiyana azad’, meş û çalakiyên cur be cur ku rojane berfirehtir dibin tên lidarxistin. Ev jî tê wê wateyê ku civaka azadîxwaz ji her demê zêdetir, ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk pêwîstî bi hevgirtin û yekitiyê heye.

‘Di van du salan de gelek guherîn çêbûn’

Bêguman Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di nava du salan de di gelek derdorên cuda de hate nîqaşkirin û analîzkirin. Niha piştî du salan em bi awayekî zelal dibînin ku vê Serhildan çiqasî bandoreke kûr û cidî li ser civakê hiştiye. Şoreşeke civakî, rewşenbîrî û çandî ye ku rojên piştî wê şoreşê ji rojên berê cuda kir. Di van du salan de guhertinên bêveger hatin kirin, ev jî bû sedem ku gel helwestek radîkal nîşan bide. Di rastiyê de em dikarin bibêjin ku ji ber naverok, armanc û daxwazên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ radîkal bûn, ev yek bû sedema çalakiyên radîkal ên gel. Di van mehên dawî de, tevî hemû planên rejîmê yên ji bo amadebûn û beşdarbûna di hilbijartinan de, li bajarên cur bi cur ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ‘Nayek bi biryar û radîkal a gel’ bi awayekî eşkere nerewabûna rejîmê nîşan da. Niha gelên Îranê dizanin ku çi dixwazin û ji bo bidestxistina wê berdêlên giran bi navê jiyanê dane. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku civak pir nêzî armanca xwe bûye û ev şoreş hê jî didome. Ji ber ku armanca wan avakirina hevjiyana aştiyane ya gelan û afirandina jiyana azad e.

‘Jinan rastiya sîstema sermayedar û olperest deşîfre kir’

Di van du salan de jinan nîşan da ku ne pênaseyên hişk ên pergala kapîtalîst, ne jî pênaseyên olî yên rejîma Îranê dikarin wan rizgar bikin! Ji ber ku herdu pênas jî ji peyva mêraniyê pêk tên û di mejiyê civakê de wêjeya nijadperest diafirînin. Dirûşma watedar a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û cîhanê bilind dibû, li cîhanê belav bû. Ji ber ku dizanibûn azadiya civakê bêyî azadiya jinan pêk nayê. Ji bo wê pêşengiya vê şoreşa mezin a civakî kirin. Di esasê xwe de pênaseyên rejîma Îranê red kirin û pênaseyeke nû ji xwe re pêşkêş kirin. Niha ji Îranê heta Hindistanê, ji Kurdistanê heta hemû cîhanê dengê jinan tê bihîstin. Yekbûna beşên din ên civakê û tevlibûna şoreşê tê wateya piştrastkirina gotina ku ‘asta azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêdayî ye.’ Ji ber ku pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêkeke civakî ye, tevahiya civakê bi bandor dike. Sîstema kapîtalîst û netewe-dewletên herêmê jî baş dizanin ku bi tepisandina hêza jinan dikarin civakê dagir bikin. Li cihê ku jin têkoşiyane êdî qurbanî nedane, heta bûne pêşengên ku dikarin civakê ji pîvanên sîstema baviksalarî dûr bixin. Ev yek tam berovajiyê pergala baviksalarî ye. Lewma bi hevokekê em dikarin bibêjin ku polîtîkayên li dijî jinan berdewam dikin, têkoşîn û çalakiyên jinan wê bi hêztir bidomin.

‘Em ê çalakiyên xwe berfirehtir bikin’

Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya 2’emîn salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’, tevahî şehîdên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêzdarî bi bîr tînin. Du sal têkoşîna berdewam û çalakiyên gel bi taybetî yên jinan û di heman demê de li dijî siyasetên zordar ên rejîma Îranê li dijî civakê rawestiyan û di van du salên borî de hewl dan bibin dengê jinên azadîxwaz ên li Îranê. Hem li hundir, hem jî li derveyê Îranê ji bo birêxistinkirin û yekgirtina jinên têkoşer pêngav avêtine û ji bo bidestxistina armanca azadiya rast a civak û jinan dê çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Bi vê ve girêdayî ji bo dawî li polîtîkayên rejîma Îranê yên li dijî jinan bînin, em dixwazin hemû jinên têkoşer û civaka azadîxwaz, çînên cuda yên civakê di 2’emîn salvegera vê şoreşa mezin a civakî de li qadan bibin yek.”