Kiyara Sîgrado: Bi boneya 8’ê Adarê em hemû destkeftiyên jinan pîroz dikin

Damezrîner û Rêvebera Rêxistina NGO Amîna ya Îtalyayê Kiyara Sîgrado der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de got ku li Ewropayê jin rastî hemû cureyên şîdetê tên û ew jî wekî Rêxistina Amîna li dijî vê yekê têdikoşin.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku jin li tevahî cîhanê vê rojê ji bo xwe wekî mîraseke bi nirx dibînin, li her welatî bi rengekî cuda tê pêşwazîkirin. Hemû qeyranên rû didin, tevî şîdet û binpêkirinên mafê mirovahiyê, pêwîstî bi gavên nû heye. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re yekemîn car di sala 2004’an de jinên Rojava 8’ê Adarê pîroz kirin. Her wiha jinên Ewropayê jî vê yekê destek dikin û daxwaza wan ew e ku li hemberî pirsgirêkan bisekinin û bi aramî vê roja bi nirx pêşwazî bikin. Damezrîner û rêvebera Rêxistina NGO Amîna ya Îtalyayê Kiyara Sîgrado ji ajansa me re qala xebatên rêxistina wan ên 8’ê Adarê kir. 
“Di sala 2021’ê de 7 milyon jin li Îtalyayê mexdûrê cureyên şîdetê bûn”
Kiyara Sîgrado da zanîn ku jin li Ewropayê rastî hemû cureyên şîdetê tên ku tenê li Îtalyayê nêzî 7 milyon jin rastî şîdetê hatine û wiha dest bi axaftinê kir: “Xebata Amîna balê dikşîne ser mafên jinan, bi taybetî bidestxistina mafên wan wekî hilgirtin û jidayikbûna zarokên xwe bi ewlehî û rêz. Ez vê rojê bi bîr tînim dema ku em nîqaş dikin ka jin çawa Roja Jinan a Cîhanê li Ewropayê pîroz dikin. Me ji bo naskirina mafê jinan li Ewropayê riyeke dirêj derbas kir lê! Di sala 2021’ê de li Îtalyayê hejmara jinên ji aliyê hevjîn û xizmên xwe ve hatin qetilkirin ji sedî 8 zêde bû û ji 100’î zêdetir jin hatin qetilkirin. Ji sedî 31,5 jin (ji 16 heta 70 salî em behsa tevahî nêzîkî 7 milyon jinan tenê li Îtalyayê dikin) mexdûrên şîdeta derûnî, fizîkî û destavêtinê ne. Her wiha ji sedî 30’ê jinan rastî şîdeta aborî û derûnî hatine û ev yek di du salên dawî de bi qedexeyên Covîd-19 re zêdetir bûye.”
“Ji bo başkirina rewşa jinên Îtalyayê divê kar were kirin”
Kiyara Sîgrado destnîşan kir ku ji bo başkirina rewşa jinan li Îtalyayê divê kar were kirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo van reqeman ku nîşaneya wê yekê ne ku ji bo başkirina rewşa jinan li welatek Ewropayê wekî Îtalyayê divê bêtir kar were kirin. Ez dixwazim bêtir agahdariyan zêde bikim û bêjim ku milyonek jinan gotin ku ew bûne mexdûrên şîdet û destdirêjiya zarokanînê. Şîdeta dema welidandinê bi gelemperî wekî destwerdana bijîjkî ya bedena jinan û pêvajoyên zayînê yên di dema zayînê de tê pênasekirin. Ji mafên herî bingehîn bêpar in, ew jî mafê biryardana li ser bedena xwe ye. Ji ber vê yekê, têgîna dayiktiya bi ewle divê ji pêşîlêgirtina nexweşî yan mirinê wêdetir were berfirehkirin û rêzgirtina ji mafên bingehîn ên mirovî yên jinan re, di nav de rêzgirtina ji xweserî, rûmet, hest û tercîhên jinan re, bigre nava xwe. Em jî di riya bernameya AMIN’a kar dikin ji bo destxistina ewlehî û rêzê ji jinan re.”
“Pêwîst e li ser parastina destkeftiyên jinan fikirên nû bên pêşxistin”
Kiyara Sîgrado got ku bi boneya 8’ê Adarê pêwîst e destkeftiyên jinan werin pîrozkirin û li ser çawaniya parastina wan bê fikirandin û wiha domand: “8’Adarê em destkeftiyên jinan, mafên mirovan ên hiqûqî, civakî, siyasî û aborî pîroz dikin. Bi baweriya min divê li ser asta cîhanê bê rawestandin û li ser çawaniya bidestxistina wan were fikirîn. Mînak;  li Îtalyayê serokwezîrên jin an serok tune ne, ji ber vê yekê divê ku mirov raweste û bifikire ka mirov çawa rola jinan bi pêş bixe û destkeftiyan pîroz bike. Awayê pîrozkirina 8’ê Adarê li Îtalyayê, jin bi hevalên xwe re betlaneyê digrin û diçin şîvê tê pîrozkirin. Hêjayê gotinê ye ku ew di hilbijartina riya pîrozbahiyê de azad in û tenê di vê roja di salê de azadî û girîngiya jinan di şopa wan û civakê de xwe dide der. Dema dewlet vê şêwazê dimeşîne, mirov şaş dimîne û guman çêdibin.”
“Pêdiviya jinên cîhanê bi yekgirtinê heye”
Kiyara Sîgrado roja jinan a cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz kir her wiha hêvî ji wan kir ku wekî demên berê bibin yek û mafên xwe bi dest bixin: Kiyaya gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaza ku ez ji hemû jinên cîhanê re dikim ew e ku weke berê li kêleka hev bisekinin û xwe bispêrin hêza hev, bêyî rawestan daxwaza mafên xwe bikin. Her wiha betalkirina qanûnên ku jinan tepeser dikin, daxwaz bikin. Di heman demê de hêviya min azadiya hilbijartin û bidestxistina mafên civakî û siyasî, parastina jiyana şexsî û malbatî ye.”