Jinan di kongreya NADA de azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan xwestin
Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) di roja duyem de berdewame. Di kongreyê de jinan azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Navenda Nûçeyan – Di 15’ê mehê de li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya ji 18 welatan nêzîkî 200 nûnerên jin, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ destpê kir. Kongre di roja duyem de bi panel û nîqaşan berdewame.
Jinan di kongreyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Jinan diyarkirin ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn deriyek nû veke, ji bo têkoşîna bidestxistina azadiya jinan divê demek ji ya din zûtir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Jinan diyarkirin ku Abdullah Ocalan dibêje ‘Heya jin azad nebe, civak azad nabe’ ji bo wê divê ewil Rêber Ocalan azad bibe da ku jin jî azad bibin.
Jinan ragihand ku ewê bi felsefe û fikirê Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têbikoşin.