Kesûkarên şehîdên komkujiya Helebceyê şehîdên xwe bibîranîn

Kesûkarên şehîdên komkujiya Helebceyê beşdarî merasîma bîranînê bûn diyar kirin ku hatina berpirsan ji bo merasîmê tenê êşên xelkê zêde dike.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebce- Duh li Helebceyê merasîma salvegera 36’emîn a komkujiyê hat lidarxistin. Kesûkarên şehîdên komkujiya Helebceyê ji bo bîranîna kesûkarên xwe serdana goristanên şehîdên xwe û peykerê Helebceyê kirin.

Nermîn Kemal Celal duh di 16’ê Adarê de ji bo bîranîna kesûkarên xwe beşdarî merasîma 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bû. Nermîn Kemal xwedî 14 şehîdan e û wiha behsa komkujiya Helebceyê kir: “Di dema komkujiyê de ez ne li mala bavê xwe bûm. Mala bavê min xwe di jêrzemînê de parastin lê belê ji ber belavbûna gaza kîmyewî hemûyan jiyana xwe ji dest dan. Ez piştî mehekê hîn bûm ku hemû kesûkarên min jiyana xwe ji dest dane.”

‘Bandora çekên kimyewî hê jî berdewam dike’

Leyla Hisên Hesen jî yek ji kesên ku ji çekên kîmyewî zirarê dîtiye wiha got: “Piraniya kesên malbata min birîndarên çekên kîmyewî ne. Ez nefesê nastînim, li Helebceyê gelek kesûkarên şehîdên komkujiya Helebceyê hene û heta niha jî bandora gaza kîmyewî li ser wan berdewam dike.”

Leyla Hisên Hesen der barê hatina berpirsan ji bo Helebceyê û beşdariya merasîmê de wiha got: “Rêjeyek kêm beşdarî bîranînê dibin û hatina berpirsan a merasîmê, tenê westandinê ji bo kesûkarên şehîdan çêdike û êşa wan zêde dike. Sozên didin bi cih naynin.”