Kesên ku ji bo edaletê dengê xwe bilind dikin li hev civiyan

Di konferansa bi mijara "Ji bo Tirkiyeya pêşerojê Bîr, Heqîqet û Hesapirsîn"de, kesên ku ji bo edaletê dengê xwe bilind dikin, axivîn.

Navenda Nûçeyan- Ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP, Partiya Azadiya Civakî (TOP), ve bi mijara "Ji bo Tirkiyeya pêşerojê Bîr, Heqîqet û Hesapirsîn" konferans hat li darxistin.

Konferansa ku bi pêşkêşkirina dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Tûrmen ve dest pê kir de, Kesên di serdema AKP'ê de rastî binpêkirina mafan hatin û xizmên wan mafê axaftinê girtin.

“Em edaletê dixwazin”

Di konferansê de ewil dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest da Emel Korkmaz mafê axaftinê girt. Emel Korkmaz: “Em ewqas êş jiyan dikin ku bi hejmartinê xilas nabe. Êşên me qat bi qat zêde bûn. Em edalet dixwazin. Em dixwazin vî welatî re edalet were. Em 9 salin edalet dixwazin. Ez benda edaletê me.

“Baş e em bi hev re ne”

Ji birîndarên Komkujiya 10'ê Cotmehê Elîf Ozdemîr jî bi bîr xist ku di komkujiyê de gelek hevalên xwe winda kiriye û wiha got: “ Edalet dê bi têkoşîn û berxwedana me were. Li Geziyê bi dehan canê me ket axê. Li Roboskî mirovên me yên ciwan ketin axê. Edalet dê li ser rûyê rojê. Baş e em bi hev re ne. Em ê bi hev re têkoşîn bikin û bi hev re em ê bi ser bikevin.”

Dayikên Şemiyê jî axivîn

Li ser navê Dayikên Şemiyê xwişka Rojnameger Ferhat Tepe yê ku dema di rojnameya Ozgur Gundemê de bû hat qetilkirin Ayşe Tepe wek axaftvan amade bû. Ayşe Tepe diyar kir ku bêcezati ji bo kirayaran tê wateya xelat û wiha axivî: “ Divê sûcên li dijî mirovahiyê hatine pêkanîn de demborî ji holê bê rakirin. Dema em dixwazin kiryar bên darizandin, em bûn yên tên darizandin. Em dixwazin parêzvanên mafên mirovan bi me re bin.”

Mîsra Oz a ku kurê xwe Oguz Arda Sel di qezaya trenê ya Çorluyê de winda kir jî, dema vegotina tiştên di qezayê trenê de vegot, daxwaza edaletê kir.

Di konferansê de ji berxwedêrên Farplasê heta malbata Şenyaşar gelek kesên mafê axaftinê girtin û daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin.