Kesên di komkujiya Helebceyê de hatin qetilkirin li Mexmûrê hatin bibîr anîn

Li wargeha penaberan a Mexmûrê bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Helebceyê kesên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) cangoriyên 37’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.

Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna xebatkarên saziyan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên komkujiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Hevberdevkê Saziya Malbatên Şehîdên Murat Encu axivî.

Murat Encu tevayî cangoriyên komkujiya Helebceyê bibîranî û wiha got: “Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Em wek xelkê wargehê carek din wê qetlîamê şermezar dikin û sersaxiyê ji gelê xwe yê Helebceyê re dixwazin. Ew ne qetlîama destpêkê bû û nebû ya dawî jî. Wek gelê Kurd bi dehan qetlîaman re em derbas bûn. Qetlîama Dêrsim, Zîlan, Amûdê, Qamişlo, Cizîr û wek wan bi dehan qetlîamên din.”

‘Em soz didin ku têkoşîna xwe li derdora banga Rêbertî mezin bikin’

Murat Encu bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di 27’ê Sibatê de banga Rêbertî hat xwendin. Tişta ku li pêşiya wan qetlîaman bigre li derdora banga Rêbertî kom û destê wî xurtkirine. Wek niha gelê me yê Elewî li rastî qetlîamê tên. Ew jî parçeyek ji wê zîhniyetê ye. Heta ku em yekitiya xwe xurt nekin em nikarin xwe ji van qetlîaman rizgar bikin. Em carek din komkujiya Helebceyê şermezar dikin û soz didin ku têkoşîna xwe li derdora banga Rêbertî mezin bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.