Kesên di komkujiya Berxbotanê de hatin qetilkirin, hatin oxirkirin

Gelê bajarê Kobanê 9 kesên ji heman malbatê ku di encama topbarana dewleta tirk hatin qetilkirin, oxir kirin.

Kobanê – Dewleta tirk di 16’ê vê mehê de gundên başûrê Kobanê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de malbateke ku ji 11 kesan pêk dihat şehîd û birîndarbûn. Di wê topbarana li gundê Berxbotanê de tevî bav û dayîkê, 7 zarokên wan hatin qetilkirin û 2 bi giranî birîndarbûn.

Gelê Kobanê îro 9 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi merasîmeke heybet li goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê a li ser riya Cerablûsê oxir kirin.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre berdevka Însyatîfa Azadiya Fîzîkî Ya Abdullah Ocalan Eyşe Efendî axivî. Eyşe Efendî got: “Tevî ku me destên xwe dirêjî aştiyê kiriye, em dibînin dewleta tirk komkujiyên xwe yên li ser gelê me dewam dike. Enfal, Helebçe, Qamişlo, Efrîn û niha jî Kobanê. Em bawer in ku wê gelê Kobanê vê yekê jî derbas bike, li ser lingê xwe bisekinin û berxwedaniya xwe dewam bikin. ji ber ku ev ne komkujiya yekê ye ku em weke gel dijîn, lewra em ji hêza xwe bawer in. ”

Paşê Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehîdan eşkere kir û radestî malbatêkirin ku herî dawî bi berzkirina diruşmên  “Şehîd namirin” şehîd bi girseyî hatin spartin.