Kesên di Fermana 74’an de hatin qetilkirin li Qamişlo hatin bibîr anîn

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna 10’emîn salvegera fermana 74’an, li çarxerêyên bajêr mûm vêxistin.

Qamişlo - Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Şengalê. Di encama Fermana 74’an li ser civaka Êzidî de bi hezaran jin, mêr, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin.

Bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi armanca bibîr anîna kesên di fermanê de hatine qetilkirin li çend çarxerêyên sereke yên bajêr deqeyek rêzgirtin û find vêxistin.

Şêniyan ev komkujî şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê pêşkêş kir.