KCDP: Di meha Mijdarê de 32 jin hatin qetilkirin
KCDP'ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de diyar kir ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP'ê, di meha Mijdarê de 32 jin hatine qetilkirin û 26 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de ji 32 jinên hatin qetilkirin 7 jê ji ber ku dixwestin der barê jiyana xwe de biryarên weka hevberdanê, redkirina lihevhatinê, redkirina zewacê hatine qetilkirin. Yek ji jinên hatin qetilkirin ji ber ku şahidê mirina jinê bû û yek jî bi îdiaya ku pere dixwaze hat qetilkirin.
‘Heya tedbîr neyên girtin wê tundî bidome'
Di raporê de der barê mirina bi guman a 26 jinan de jî ev agahî hatin dayîn: “Ne diyarkirina sedema mirina 26 jinan, di encama tundiya li ser jinan û ji nedîtî ve hatina kuştina jinan e. "
Rapora giştî ya daneyên meha Mijdarê ya KCDP li ser vê lînkê ye: