KCDP: Di meha Gulanê de 40 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP); mêran di meha Gulanê de 40 jin qetil kirin. Herî zêde jin li malên xwe û bi çekê hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Kuştin Jinan Rawestînin (KCDP) rapora meha Gulana 2024’an eşkere kir. Li gorî raporê; di meha Gulanê de 40 jin hatin qetilkirin. Cenazeyê 20 jinan bi awayekî bi guman hatin dîtin. Ji 40 jinan 14 jê, dema xwestin hev berdin, redkirina razîbûn, redkirina zewacê, redkirina têkiliyê bi hinceta ku der barê jiyana xwe de bi xwe biryar dane, 2 jê bi hinceta der barê dayik an jî bavê xwe de biryara tedbîrê derxistin, 1 jê dema keça xwe diparast, 3 jê bi hincetên aborî hatin qetilkirin. Ji van 20 jin jî nehat tesbîtkirin ku bi kîjan hincetê hatine qetilkirin.

Ji sedî 38 jin ji aliyê mêrên ku bi wan re zewicîbûn ve hatin qetilkirin

Di rapora ku navê yek bi yek jinên hatine qetilkirin, hat parvekirin û çîroka wan a têkoşîna jiyanê hat vegotin de îşaret bi wê yekê hat kirin ku ji 40 jinan 15 ji wan ji aliyê mêrên bi wan re zewicî ve, 6 jê ji aliyê bav, 4 ji aliyê mêrê li gel, 4 jê ji aliyê kesê nas ve, 3 jê ji aliyê mirovên xwe ve, 2 jê ji aliyê mêrê berê pê re zewicî, 2 ji ji aliyê mêrê berê pê re, 1 jê ji aliyê bira, 1 jê ji aliyê kurê xwe ve, 1 jê ji aliyê kesek nasnekirî ve hatine qetilkirin. Di raporê de hat qeydkirin ku failê jinek jî nehatiye tesbîtkirin, ji sedî 38’ê jinan ji aliyê mêrên bi wan re zewicîbûn ve hatine qetilkirin.

Jin herî zêde li malên xwe û bi çekê hatine qetilkirin

Li gorî raporê; ji sedî 25’ê jinan di malên xwe de, 6 ji wan li kolanê, 2 ji wan di wesayîdê de, 2 ji wan li cihên tenha, 2 li cihên kar hatine qetilkirin. Nehat tesbîtkirin ku 3 jin li ku derê hatine qetilkirin. Di meha Gulanê de ji sedî 63 jin li malên xwe hatin qetilkirin. Ji 40 jinan 19 ji wan bi çekê, 13 bi amûrên birînê, 4 bi xenqandinê, 2 jê bi şewitînê, 1 jê ji avêtina cihekî bilind hatin qetilkirin. Awayê qetilkirina jinek jî nehat tesbîtkirin.

‘Em dest ji mafên xwe bernedin’

Di raporê de bal hat kişandin ser pêşnûmeya paketa darazê ya 9’emîn û hat diyarkirin ku sererastkirina paşnav bêhiqûqî ye û wiha hat gotin: “Têkoşîna paşnav a ku bi salan e tê dayîn, têkoşîna jinan a nasnameyê ye, têkoşîna hebûnê ye. Em ê dest ji tu mafên ku me hewl daye bernedin.” Di raporê de hat diyarkirin ku di heman demê de di pêşnûmeyê de zagona 6284’an de hewl didin bê bandor bikin û wiha hat got:in “Biryarên parastin, mêrên ku mafan binpê dikin cezayê bi zorê yê girtîgehê dide dikarin îtiraz bike. Di halê hazir de di pêkanînê de kêmanî hene wê rê li ber îtiraza girtîgeha bi zorê veke, wê parastina jin û zarokan were astengkirin. Ev sererastkirinek li dijî jinan e û jiyana wan dixe xeterê, cesaretê dide failên tundiyê. 6284 xeta me ya sore. Em ê tu carî destûr nedin deswerdan lê were kirin.”