Kampanyaya TAJÊ ya xweparastinê bi çalakiyan didome

Di çarçoveya kampanyaya “Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastinê” ya ji aliyê TAJÊ ve hatiye destpêkirin de; li gundê Dugurê li ser xweparastinê semînerek hat dayîn.

Şengal – Kampanyaya bi navê “Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastinê” ku di 8’ê Adarê de ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye destpêkirin, bi çalakiyan berdewam dike. Di çarçoveya kampanyayê de li Meclisa Giştî ya gundê Dugurê semînerek hat dayîn. Semîner ji aliyê fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve hat organîzekirin û ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî û fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam û endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîz ve hat birêvebirin.

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam li ser girîngiya xweparastinê axivî, di destpêka axaftina xwe de kesên di fermanê de hatin qetilkirin bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya xweparastinê.

‘Em şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin’

Axîn Întîqam di destpêka axaftina xwe de fermana 74’an bi bîr anî û da zanîn ku di oxira axa Şengalê de bi sedan şehîd dane û wiha got: “Em hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin. Di oxira rizgarkirina Şengalê de me bi sedan şehîd dan. Ji bo rizgarkirina her jin û zarokê me şehîd dan. Me Êzidxana pîroz bi xwînê rizgar kir. Em di şexsê wan şehîdan de hemû şehîdan bi bîr tînin. Piştî rizgarkirina Şengalê gavekî mezin hat avêtin, ew jî birêxistinkirina Şengalê bû. Civaka Şengalê ji bo ku xwe biparêze û di her milî de bihêz bisekine xwe birêxistin kir.”

‘Jin pêşengên civakê ne’

Axîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rêxistinbûna jinan û rolê wan û wiha got: “Yek ji tiştên bi qîmet ku hat avakirin, li Şengalê birêxistinkirina meclisên jinan bû. Jin ji bo ku bibin xwedî îrade; dersên ku ji fermanê hatin girtin avakirina meclisan bû. Ji bo ku xwedîderketin li çand, ol û baweriya Êzidayetiyê çêbibe jinan berpirsiyarî girt û roleke mezin lîstin. TAJÊ îro gavên mezin di wê riyê de davêje. Kampanyaya ku bi navê “Li dijî qirkirina li ser jinan bibe dengê xweparastinê” hatiye destpêkirin; bi pêşengiya dayikên me yên ku di meclisan de kar dikin dimeşe lê erk û rola me jî ew e em xwedî lê derkevin û mezin bikin. Ji bo wê jî em bang dikin ku her kes xwedî lê derkeve.”

‘Ji bo parastinê xîret û hêz pêwîst e’

Fermandara YJŞ’ê Axîn Întîqam di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku ji bo parastina ax û çanda xwe berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê û wiha got: “Yek ji şaxên xweparastinê jî aliyê leşkerî ye. Ji bo wê jî banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku berê xwe bidin YJŞ’ê û YBŞ’ê û çeka bi dehan hevalên şehîd li erdê nehêlin. Ji bo em xwedî li hebûna xwe derkevin divê em xwedî li keda şehîdan derkevin. Xîret, zanebûn û hêzeke mezin pêwîst e û bi vî rengî em dikarin li kampanyayê xwedî derkevin.

‘Riya jinan parastin e’

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Zozan Simo jî li ser semînerê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku parastin yek ji şaxên bingehîn ên jiyanê ye û wiha got: “Me kampanyaya parastinê di 8’ê Adarê de da destpêkirin û wê heta roja fermanê berdewam bike. Wekî ku tê zanîn di fermanê de jinan gelek zehmetî û êş kişandin. Divê jin parastinê esas bigrin. Ger ku di dema fermanê de hêza jinan hebûya û bikaribûna xwe biparastana; wê rewşa wan wiha nebûya, encamên fermanê ewqas bi êş nebûna. Ger weke îro semîner û lêkolînên me hebûna, wê jin neketana destên çeteyan û heta niha di destên wan de dîlgirtî nemana. Wê hestiyên şehîdên me heta niha di gorên komî de nebûna.”

‘Divê em ji bo xwe bixebitin’

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Zozan Simo di dawiyê de bang li hemû kesan kir ku vegerin ser axa xwe û ji bo civaka xwe biparêzin, li çanda xwe xwedî derkevin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e hemû Êzidî îro li ser axa xwe bûna û li çanda xwe xwedî derketana. Îro kesên ku çûne derveyî welat, ji çanda xwe dûr dikevin, rastî hemû cure qirkirinê tên. Zarokan dibin dibistanan, ji temenê biçûk ve, wan dûrî çanda wan dixin. Zarokên wan ziman ji bîr dikin, çand û baweriyê ji bîr dikin. Ger em ji bo xwe û axa xwe nexebitin, tu kes ji bo me tiştek nake. Weke civaka Êzidî, em dikarin ji bo xwe gelek tiştan bikin divê em bikin.”