Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Divê denge me bihêztir be

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku çalakiyên xwe ji bo pêşîgirtina li cezayê darvekirinê li Îran didomîne, di daxuyaniyekê de got: “Dengê me divê ji hemû cureyên zilm û zordariyê bihêztir be.”

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Seşema na ji darvekirinê re’ ku li Îranê li dijî zêdebûna darvekirinan tê meşandin, didome. Girtiyên li 52 girtîgehên li Îranê di hefteya 87’an a kampanyayê de, ragihandin ku wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin. 

Di daxuyaniya ji aliyê kampanyayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku ji 15’ê Îlonê ve heta niha 2 jin û 6 welatiyên Belûc jî di nav de, herî kêm 46 kes hatine darvekirin, di meha Îlonê de jî 7 jê jin hejmara kesên hatine darvekirin weke 186 hat diyarkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:

“Endamek din a kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinê re’ Babak Şahbazî di salvegera serhildana gel a 2022’an de û bêyî li gel malbata xwe hevdîtinek dawî bike, bi hovîtî hat înfazkirin, ev sembola bi êş a muamaleya dermirovî ya vê rejîma kujer û binpêkirina mafên mirovan e. Ji bo bi awayê veşartî Babek Şahbazî înfaz bikin, ew ji girtîgehê hat revandin. Vê yekê di navbera girtiyên din ên li gîrtîgehê de rê li ber protesto û çalakiyên rûniştinê vekir. Li aliyekî hikumet soza ‘efûyê’ dide, li aliyê din jî her hefte zêdebûna înfazan û rastiya bi êş û dermirovî heye.

‘Ciwan di çeperên herî pêş de ne’

Îsal dema dibistan nû vebûn, mamoste û xwendekar careke din di çeperên herî pêş ên têkoşîna azadî û wekheviyê de cih digrin. Ciwanên Îranê ku kabûsa vê hikumetê ne, ji her dibistan û zanîngehê aktivist, ji bo dibistan û zanîngehan vegerînin navendên berxwedanê û li dijî cezayên darvekirinê yên dermirovî yên hemwletiyan û bibin deng radibin ser piyan.

Kampanya, ji bo gelê Îranê yê ji azadiyê hez dike û hemû parêzvanên mafên miroven e. Li dijî van polîtîkayên dermirovî û tije tundî destûr nade bêdengbûnê. Divê dengê me ji her curê zext û zilmê bihêztir be. Her hefte, her Sêşem, ji bo bîranîna qurbaniyên înfazê, daxwaza edaletê û parastina jiyanê em radibin ser piyan. Jiyan mafê bingehîn ê mirovan e û înfaz li dijî van mafan çalakiyek bê maf a tundiyê ye.”