Kampanyaya 'Mafê Hêviyê' hat destpêkirin

Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan, çalakvanan li ser Change.org kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin û banga tevgera lezgîn li saziyên navneteweyî kirin.

Navenda Nûçeyan – Ji bo şikandina tecrîdê û pêk anîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; Komeke çalakvan bi daxwaza pêkanîna biryara “mafê hêviyê” li ser Change.org kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Di metna kampanyayê de ku bi zaravayên Kurmancî û Soranî, her wiha zimanên Farisî û Îngilîzî hat weşandin de, hate diyarkirin ku “mafê hêviyê” mafekî bingehîn e ku di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de hatiye mîsogerkirin û hate destnîşan kirin ku ev maf mafê serdanê, têkilî danînê û jiyana di şert û merên guncaw a rûmeta mirovahiyê de dihewîne.

Di metna kampanyayê de hate bibîrxistin ku “Rêber Abdullah Ocalan salên dirêj di şert û mercên giran ên tecrîdê de hate girtin û di demên dawî de ji nû destpêkirina hevdîtinên malbat û parêzeran geşedanekî erênî ye, lê ji bo ji holê rakirina binpêkirinên mafên bingehîn ne têrker e.”

Di metnê de îşaret bi nirxandinên berê yên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê (AIHM), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch)  derbarê şert û mercên girtinê yê Rêber Aabdullah Ocalan de hat kirin.

Di kampanyayê de, di serî de hikûmeta Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku dawî li tecrîdê bînin, hevdîtinên malbat û parêzeran birêkûpek were kirin û şert û mercên tenduristî û jiyanê were mîsogerkirin û “mafê hêviyê” were pêkanîn.