Kampanya Yekrêziya Jinan daxwaza azadiya sê siyasetmendarên RJAK’ê kir
Kampanya Yekrêziya Jinan daxwaz kir ku hemû jin li ser bê mafiya ku li ser jinê tên kirin û girtina sê siyasetmendarên RJAK’ê xwedî helwest bin û ji bo bi destxistina mafê jinan xebat bikin.

Silêmanî - Kampanya Yekrêziya Jinan ya ji 20 rêxistinên jinan pêktê ku li Dijî Tunditujî û Dagirkeriyê 5’ê Cotmeha 202’an hatî avakirin li Silêmaniyê li hevkombûn û di derbarê aqubeta sê siyasetmenarên RJAK’ê de nameyek radestî desthiladariya heyî kirin. Di kombûnê de jinan behsa pirsgirêka dagirkeriya dewleta Tirk, berdewambûna tunditujiya li beramberî jinan û herî dawîjî behsa qutkirina dengê azadiya jinan kirin. Piştî kombûnê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di kombûnê de endama Kampanya Yekrêziya Jinan a li Dijî Tundîtujî û Dagirkeriyê Fewziye Ebdulkerîm axivî.
“Heta em agahiyekê ji her sê hevalên xwe negirin em nasekinin”
Fewziye Ebdulkerîm got: “Em weke jinên Kampanya Yekrêziya Jinan ji bo girtina her sê siyasetmendar û endamên RJAK’ê nerazîbûna xwe didin diyarkirin. Ev 10 roje jinên azadîxwaz ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine girtin û heta niha tu agahî ji wan nayê girtin. Di salvegera komkojiya Şengalê de endamên RJAK weke hemû rêxistinên dinê bejdarî merasîma bîranînê bûn û armanca wan pîştgirîkirina gelê Şengalê bû. Lê belê di dema vegerê de 5’ê Tebaxê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin. Yê ku herî zêde ji vê komkojiyê zerer ditîn jinbûn, niha jî jin ji ber ku êşa jinên Şengalê parkirin û piştevaniya wan kirin hatin girtin. Ji ber wê divê li beramberî vê rêgirkirina jinan û rêxistinên jinan hemû jin xwedî helwest bin û rê nedin ku dengê jinên azad were qutkirin. Heta ku em xeberekê ji sê jinên hevalên xwe yên çalakvan nezanin em na sekinin. Di her hewlekê de emê çalakiyan li darbixin û daxwazê ji desthilatdarê dikin ku werin ser xetê û dengê xwe derbixin. Pêwîste ev kiryarên ku PDK li beramberî jinên azadiya Kurdistanê dikin werin sekinandin.”