Kampa Xwebûn: Jinên ciwan ên Êzidî li riya jiyana azad digerin
Di kampa Xwebûn a perwerdeyê ya li çiyayên Şengalê de, jinên ciwan bi fêrbûna Jineolojiyê nasnameyên xwe xurt dikin û hişmendiya xwe ya parastina xwe û rêxistinbûna kolektîf xurt dikin.

FARAŞÎN MERWAN
Şengal – Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwanên Êzidî (YJCŞ) û Komîteya Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê, kampa perwerdeyê ya bi navê “Xwebûn” li Serdeşta Çiyayê Şengalê bi dawî bû. Di merasîma girtina dewreyê de, endamên çand û hunerê yên Sitîya Nexşa hunerên xwe pêşkêş kirin.
Di kampê de gelek jinên ciwan beşdar bûn û dersên jineolojiyê, xwerêxistinkirinê, xweparastinê, etîk û estetîkê wergirtin. Jinên ciwan ên beşdar, ji ajansa me re axivîn û gotin: “Bi riya perwerdeyê, em xwe nas dikin û zanabûna jinan qezenc dikin.” Wan her wiha bal kişand ser xeteriya pergalên ku hewl didin jinên ciwan ji cewherê wan dûr bixin, û girîngiya xwerêxistinkirin û xweparastinê destnîşan kirin.
‘Her jineke ciwan pêwîst e Jineolojiyê nas bike’
Endama YJCŞ’ê Hala Şengalî armanca xwe ya beşdarbûna perwerdeyê wiha nirxand: “Pêwîst e em wekî jinên ciwan xwe rêxistin bikin, ji ber ku siyasete-ke qirêj bi şerê taybet li ser jinên ciwan tê meşandin. Me xwe rêxistin kiriye, lê gelek ciwanên me hîn ne rêxistinkirî ne. Divê em xwe bigihînin wan û wan rêxistin bikin, da ku nekevin xefkên pergalê û neyên xapandin.” Hala Şengalî her wiha armanca xwe ya piştî perwerdeyê diyar kir: “Em dixwazin hêza xwe ya rêxistinî mezin bikin û jineolojiyê bi jinên din bidin nasîn.”
‘Bi xwe nasînê em jiyana azad bidest dixin’
Endama Ragihandina Jinên Êzidî Berfîn Çiya, ku yekem car beşdarî perwerdeyê bû, wiha got: “Ez di xebatên ragihandinê de cih digirim û cara yekem e beşdarî perwerdeyê bûm, ev ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Divê hemû jinên ciwan ên ku perwerde nedîtine, werin û vê derfetê bibînin. Yên perwerde dîtine jî, divê zanîna xwe bi derdora xwe re parve bikin. Perwerdeya jineolojiyê ji bo me gelek girîng e, ji ber ku em hîn jiyana xwe bi temamî nas nakin. Dema em jineolojiyê fêm bikin, em dikarin hedefên jiyanê diyar bikin. Bi xwe nasînê, em dikarin armanca jiyana azad bidest bixin. Ji bo nasîna rastiya xwe, pêwîst e hemû jin û ciwan perwerdeya Jineolojiyê bibînin.”