‘Ka artêşa rêxistinkirî û perwerdekirî ku QSD tevlî bibe?’
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Firatê Felek Yusif a li ser entegresyona QSD’ê ya di nava artêşa Sûriyeyê de axivî, got: “Ka artêşa rêxistinkirî û perwerdekirî ku QSD tevlî bibe?”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Piştî têkçûna Rêjîma Baasê ya Sûriyeyê û serdestiya HTŞ’ê ya cîhadîst, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyê de lihevkirineke hat îmzekirin.
Lihevkirina ku di 10’ê Adara îsal de pêk hat, li ser bingeha 8 bendan hat îmzekirin. Naveroka lihevkirinê li ser bingeha entegresyoneke demokratîk a di navbera herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta veguhêz ya Sûriyê de ji warê siyasî, leşkerî, rêveberî, her wiha avakirina Sûriyeke nenavendî û demokratîk ku di nav de mafê hemû pêkhateyan misogerkirin û hwd de, bipêş ket.
Ji 10’ê Adarê heta niha, di rojeva hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de ji bilî entegresyona QSD’ê û çekdanîn tiştekî cuda tuneye. Helwesteke wiha tê nîşandan ku lihevkirin tenê di asta leşkerî de ye. Girêdayî vê mijarê Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Felek Yusif, nirxandinên xwe bi ajansa me re parve kir.
‘Sûriye derbasî şerê mezhebî bû’
Felek Yusif bi bîrxistina bûyerên ku di meha borî de hatin jiyîn dest bi nirxandina xwe kir û wiha got: “Di 10’ê Adara îsal de hevpeymanek di navbera birêz Mazlûm Ebdî û serokê demkî yê Sûriyeyê de hat îmzekirin. Lê beriya vê lihevkirinê, pêwîst e ku em bûyerên hatin jiyîn bibîr bixin. Piştî ku Rêjîma Baasê di Kanûna 2024’an de hat rûxandin, me dît ku hêviyên gelê Sûriyeyê careke din zindî bûn û bendewariyên wan yên ji nû ve avakirina Sûriyeyê bipêş ketin.”
‘Gava yekê ya hikûmeta demkî, êrîşkirina li ser Elewiyan bû’
Felek Yusif da zanîn ku bi taybetî jî piştî salên dirêj ji desthilatdariya Rêjîmê û komên çekdar yên ku berjewendiyên hêzên navxweyî û navdewletî didan meşandin, jiyana gelê Sûriyeyê tune kiribûn. Felek destnîşan kir ku gava yekê ya hikûmeta demkî, êrîşkirina li ser Elewiyên li peravên Sûriyeyê bûye û wiha berdewam kir: “Elewiyan di komkujiyan re derbas kirine. Ev kiryarên pêk hatin, deriyê destpêkirina şerekî mezhebî li Sûriyê vekir ku bi vê yekê re êrîş dorfereh bûn.”
‘Di tevliheviyên heyî de herêma me mînak e’
Felek Yusif ku bal kişand ser rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi van gotinan rewşê pênase kir: “Di vî warî de ez dixwazim balê bikşînim ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li herêmên me ev salên dirêj in ku QSD parastina tevahî pêkhateyan dike û ji bo wan jiyaneke bi ewle mîsoger kiriye. QSD’ê him gelek bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û li aliyekî din jî ew parastin, ji bo vê jî hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî nava QSD’ê bûn û dikaribûn hêzeke xwe ya hevpar ava bikin. Di heman demê de hêza parastina jinan ya taybet YPJ’ê jî heye ku di her warî de xwedî li jinan derdikeve. Lewma jî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînak e û her kes jî dibîne.”
‘Lihevkirin ne tenê entegresyona leşkerî bû’
Felek ku dibêje; “Ji aliyê hikûmetê ve tenê entegrasyon rojev e” û wiha behsa vê mijarê dike: “Ji bo mijara entegresyona QSD’ê di nava artêşa Sûriyê de jî, ev hevpeyman bi armanca rawestandina komkujiyên li ser Elewiyan hat îmzekirin. Ya din, ev hevpeyman li ser gelek bendan bipêş ket ku di warê mîsogerkirina maf û hebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, avakirina Sûriyeke demokratîk û wekhev û hwd deket holê. Li gor ku em dişopînin ku ji wê demê û heta niha jî, ji aliyê hikûmetê ve tenê mijara entegersyonê tê rojevkirin û bendên din yên sereke jî tên paşguhkirin.”
‘Emê entegreyî kîjan komê bibin gelo?’
Felek Yusif helwesta xwe bi pirsa; “Gelo li Sûriyeyê artêşeke hazir heye?” wiha raber kir: “Em tevlî dibin ku artêşa Sûriyeyê hebe, lê gelo dê QSD bi kê re bibe yek û artêşê ava bike? Ev pirsek e ku em her kes ji xwe dipirsin û meraq dikin jî. Ka artêşa Sûriyeyê ya rêxistinkirî, perwerdekirî û parastina gelê Sûriyê bike? QSD xwedî ezmûneke mezin e, bi salan e hatiye perwerde û rêxistinkirin ku pîvan û hebûna xwe ji bo tevahî cîhanê îsbat kiriye. QSD xwedî mîrat e û dîrokek paqij e ku dikaribû bi hêza zarokên xwe, bibe hêza parastina gel. Ji bo vê jî, wê QSD entgereyî kîjan komê ango hêzê bibe? Li hember pisporî, hêz û naveroka QSD’ê, gelo artêşeke hazir heye yan na?
‘Serokatiya Sûriyeyê berpirsê perçebûna di Sûriyeyê de ye’
Felek destnîşan kir ku şerê mezhebî ku anîne ziman, niha careke din li gelek bajarên Sûriyeyê dijîn û wiha pê de çû: “Durzî, Elewî, Kurd, Şîa û hwd ji pêkhate û etnîsîteyên Sûriyeyê di nava êrîşên hikûmeta demkî de ne. Anha ev gelên me anîn ziman ku nikarin bi ewlehî derbasî bajarên Suniyan ango deverên din bibin. Ev tê çi wate yê? Ji me re nîşan didin ku hikûmeta veguhêz di Sûriyeyê de perçebûna mezhebî ava kiriye û vî sûcî jî li me par dike. Di rastiyê de di bin sîwana serokatiya demkî ya Sûriyeyê de perçebûn, komkujî û tunekirina navxweyî tê jiyankirin. Ev dide diyarkirin ku projeyeke perçekirina Sûriyeyê heye û serokê wê yê demkî jî pêk tîne.”
‘Bi hişmendî û kiryarên heyî re pêşeroja Sûriyeyê tuneye’
Felek Yusif a dibêje ku heta li Sûriyeyê artêşeke rêxistinkirî neyê avakirin, şert û mercên entegresyonê pêk nayên jî, wiha dewam kir: “Em şert û mercên ji bo me pêşniyar dikin weke tunekirin û pişaftina QSD’ê ya di nava Sûriyê de pênase dikin. Bê guman di vê çarçoveyê de rol û bandoreke dewleta tirk ya pir neyînî û diyarker jî heye. Rayedarên Sûriyeyê û Tirkiyê rojane entegersyonê bi gotinên weke çekdanîn, tunekirin û pişaftina QSD’ê, tînin ziman. Ji xwe lihevkirina ku pêş ket ne ji bo lewazkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, berovajî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, aram û bi ewle bû. Bangewaziya gelên Sûriyeyê ji bo QSD’ê jî vê rastiyê teqez dike. Lê mixabin kiryarên ku di pratîkê de tên jiyîn, vê pêşerojê tune dike. Heta niha jî di pênasekirina Sûriyeyê weke komara Erebî jî vê rastiyê zelal dike.”
‘Weke jin helwesta me diyar e’
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya kantona Firatê Felek Yusif, herî dawî weke jin helwesta xwe bi şênberî wiha nîşan da: “Bi taybetî weke jin helwesta me diyar e. Di artêşekê û pergalekê de jin hebin em dibînin encam çi ye ku ev li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn. Lê di herêmên hikûmeta veguhêz de reng, deng, nasname û hebûna jinan tune bûye. Ji bo vê jî, ger entegresyonek pêk were divê hemû bendên hevpeymana 10’ê Adarê jî werin mîsogerkirin. Ger wiha nebe, em weke jin tevlê nabin ku entegresyon bi vê rewşa Sûriyeyê û artêşê ya heyî re çêbibe.”