‘Jiyana jinên Sûriyeyê di nava metirsiyek mezin de ye’

Endama Meclîsa Jinan a PYD’ê Wehîde Xelîl rewşa jinan a niha li Sûriyeyê bi gotina “Hikumeteke ku bi hişmendiya DAIŞ’ê rêveberiyê bike, helbet wê xeter li ser jiyan û pêşeroja jinan hebe” nirxand.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Li Sûriyeyê her diçe xetere û metirsiyên li ser jiyan û pêşeroja jinan zêdetir dibin. Jinên ku li herêmên di bin serweriya hikumeta cîhadîst a Sûriyeyê de dijîn, bi kuştin, revandin, îşkence, tecawiz û hwd. re rûbirû ne. Herî dawî du jinên ciwan ku yek ji bajarê Kobanê û yek ji Dêrikê bû ji aliyê çeteyan ve li Helebê hatin revandin. Çeteyên ku zext li malbata Norman Serhan a ji Dêrikê kirin ku pere bidin, piştî dayîna pere hat berdan. Heyfa Teyar heta niha çarenûsa wê nediyar e. Hat payîn ku li Norman îşkence hatibû kirin rewşa wê ya tendirustiyê metirsîdar e.  

Der barê vê mijarê de endama Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya kantona Firatê Wehîde Xelîl rewşa jinên Sûriyeyê ya di bin desthilatdarî û hişmendiya cîhadîst a hikumeta veguhêz de bi berferehî nirxand.

‘Jin û civaka Sûriyeyê hatin xapandin’

Wehîde Xelîl a nirxandina xwe bi danasîna rewşa jinan a di pêvajoya Rejîma Baasê destpê kir, wiha got: “Divê mirov rewşa Sûriyeyê ya beriya têkçûna rejîma Baasê binirxîne da ku bûyer û pêvajoya niha tê jiyîn baş bizanibe. Di dîroka Sûriyeyê de mohr û hebûna jinan hebû, ev yek di gelek xalan de xwe dide der. Piştî partiya Baasê desthilatdariya xwe li ser Sûriyeyê serwer kir, civak û bi taybetî jin hatin xapandin. Rejîma Baasê rol, vîn û nasnameya jinan teng kir û di nava çarçoveyek de sînordar kir ku navê wê jî kir Yekîtiya Jin.”

‘Yekîtiya jinan di bin sîwana desthilatdariyê de ava kirin’

Wehîde Xelîl da zanîn ku rejîma Baasê sînor ji bo jiyana jinan ava kiriye û got: “Yekîtiya Jin qaşo sîwana jinên Sûriyeyê bû lê jinên ku di nava vê saziyê de cih girtin xwedî hişmendiyeke Baasî bûn û hemû xebata xwe kirin xizmeta desthilatdariya dewletê. Ji bo pêşxistina jinan, avakirina nasnameyê û hwd. tiştek pêşkêş nekir, heta dema ku hinek kesan dixwestin balê bikşînin ser vê yekê, yekser ji kar dihatin durxistin. Lewre jî xebatên ji aliyê vê yekîtiyê ve dihatin meşandin, careke din jinan bi malê ve dida girêdan. Rast e jinên rewşenbîr, bijîşk, parêzer û xwendevan hebûn lê ev jin di cewher de çiqas nûnertiya jin dikirin, ev cihê lêpirsînê ye.”

Wehîde bi gotinên; “Rejîma Baasê civakê bi temamî xistibû bin serdestiya xwe, di dibistan û heta zanîngehê zarok û ciwan bi hişmendiya Baasê dihatin perwerdekirin” wiha domand: “Di dibistanan de Zaroktiya Baasê û di qonaxa amadehî de jî Ciwanan Baas hebûn. Yanî di van ziraviyan de desthilatdarî dihat meşandin ku ji zarokatiyê de dibûn endamên partiya Baasê. Di vê xalê de mêjiyê civakê dihat hedefgirtin, civakê wisa ji rastiya xwe dûr ket.”

‘Hikumeta veguhêz bermahiyên hişmendiya DAIŞ’ê ye’

Wehîde bi gotinên; “Di pêvajoya aloziyê de ku qaşo şoreşeke guhertin û veguhertinê destpê kir û hêzên weke opozîsyon û Artêşa Azad derketin holê û hwd. Ev hêzên dijberî rejîma Baasê derketin ew jî ketin heman pozîsyonê” wiha behsa hikumeta nû ya Sûriyeyê kir: “Piştî qonaxa desthilatdariya rejîma Baasê bi dawî bû Ehmed El-Şara derket pêşiya me û xwe weke serokê Sûriyeyê yê nû ku hikumeta veguhêz birêve bibe, ragihand. Kê li derdora xwe weke hikumet û wezîr kom kir gelo; ev kesên ku bi salan çetetî di nava DAIŞ’ê de kirin û komkujî, talan û wêranî anîn serê gel û bi taybetî jinên Sûriyeyê. Jixwe li Sûriyeyê cewher û vîna jinan hatibû tunekirin, DAIŞ’ê jî yên mayî ji holê rakir. Çeteyan jinan li bazaran kirîn û firotin, di qefesan de şewitandin, revandin, tecawiz, îşkence û hemû cureyên tundiyê bi jinan dan kirin. A niha ev hişmendî jî bûye rêveberiya Sûriyeyê.”

‘Hikumeta nû nikare ewlehî û aramiyê ava bike’

Wehîde Xelîl bal kişand ser kiryarên ku jin dijîn û wiha domand: “Navê xwe kirin hikumeta veguhêz, ka heta niha çi kirin. Hêvî û bendewariyên civaka Sûriyeyê ew bûn ku ev hikumet bi xwe pêşketinên cidî ava bike. Lê şer, qirkirin, tunekirin, talan û wêranî ji berê zêdetir bû. Her wiha revandin, tundî, tecawiz û qetilkirina jinan jî zêdetir bû. Bûyerên ku li Paravên Sûriyeyê û Suweyda jî pêk hatin, heman bûyerên li Şengalê anîn bîr kesê. Çima; ji ber ku heman hişmendî ye, di bin navê bermahiyên rejîmê ango alîgirên hêzeke din in qirkirin pêk anîn. Ji bo vê jî ev hikumet nikare ji bo Sûriyeyê aramî û ewlehiyê biafirîne. Wisa berdewam bike em ê Sûriyeyê ji dest bidin.”

‘Derketina jinan a ji malê bi xeter bûye’

Wehîde Xelîl bi gotinên; “Êdî jin nikarin ji bajarekî biçin cihekî din” wiha behsa vê mijarê kir: “Di rewşa aloz û tevlîhev a Sûriyeyê de herî zêde jin bi bandor dibin, jixwe hê jî hinek bajar di nava qirkirinê de ne lê li bajarên din jin nikarin serê xwe ji malê derxin. A niha em dizanin êdî jin nikarin ji Reqayê biçin Helebê ango bajarekî din ê di bin serweriya hikumetê de. Jin bênavber li ser bendên kontrolê, li kolan û li taxan tên revandin. Gelo van jinan çi jiyane, çarenûsa wan çi ye û rûbirûyê çi tên. Jixwe li hemberî vê yekê bêdengî heye yên dikin û yên çav digrin jî yek in.”

‘Pêdiviya Sûriyeyê bi hişmendiya jinan a avaker heye’

Endama Meclîsa Jinan a PYD’ê Wehîde Xelîl di dawiya şîroveyên xwe de li ser rol û girîngiya jinan di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de wiha got: “Ji bo ku jîngehek û welatekî ji bo jinan bi ewle were avakirin, pêdiviya me bi hişmendiya jinan a avaker heye. Pergala nenavendî û demokratîk jî vê wateyê dide ku ji bo jinan wekhevî û ji bo gelan jî vîna hevpar. A ku vê pergalê ava bike wê hevgirtina jinên Sûriyeyê be ku konferansa di 20’ê Îlonê de li Hesekê hat lidarxistin jî teqeziya vê gotina me ye. Ji bo misogeriya pêşerojeke wekhev, edalet, demokratîk, azad û nenavendî pêdiviya Sûriyeyê bi hişmendiya jinan heye. Ev têkoşîna jinan a hevpar jî dê hikumeta veguhêz neçar bihêle ku sererastkirinê di her warî de pêk bîne.”