Jiyana jinan li Efrînê di bin metirsiyê de ye: 3 jin hat revandin

Li gor agahiyên hatine bidestxistin hat ragihandin ku li navçeya Mabeta ya girêdayî Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî di sala 2018’an de hatibû dagirkirin, 3 jin hatine revandin.

Navenda Nûçeyan – Jiyana gel û bi taybetî jiyana jinan li Efrînê di bin metirsiyê de. Bûyerên kuştin û revandina jinan li Efrîna ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî hatibû dagirkirin, her roja derbasbûyî zêdetir dibe, zext û îşkenceyên li ser wan didome. Hat ragihandin ku li navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. 

Ber bi cihekê ne diyar ve hatine birin

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Mihemed El-Fatih” 3 jinên kurd ên ji şêniyên gundê Misteşûr ê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin. Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm.”

Jinên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha derbasbûyî de li Efrînê 45 kes hatibû revandin.