Jiyana girtiya nexweş Saada Khedirzadeh di xeteriyê de ye!

Girtiya siyasî Saada Khedirzadeh a li Girtîgeha Urmiye, di roja 8’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ser hişê xwe ve çû. Dosyaya girtiya siyasî ya nayê zanîn ku çima girtî ye, bi bêhiquqiyan ve tijî ye.

Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku girtiya polîtîk Saada Khedirzadeh a li Urmiye di greva birçîbûnê de ye, di roja 8’emîn a çalakiya xwe de ser hişê xwe ve çûye. Ji aliyê çavkaniya mafên mirovan ve hat ragihandin ku piştî destpêkirina çalakiya girtiya siyasî ya li Koxuşa Jinan a Girtîgeha Navendî ya Urmuye tê girtin dû car avêtine ser hucreya wê, dest danîne ser hemu amûrên wê û ew rastî lêgerîna ‘zirav’ hatiye.

 “8 meh e dûcanî ye û pirsgirêkên wê yên tendûristiyê hene”

Rêxistina Efu ya Navnetewî ya girêdayî mijarê daxuyanî da, li koxuşa jinan a Girtîgeha Urmiyê dîlgirtina Saada Khedirzadeh şermezar kir û bi gotina “Rayedarên Îranê di jiyan û tendûristiya Saada Khedirzadeh de rolekê bêrehm lîstin. Li Girtîgeha Urmiyê bi awayekê kêyfî tê girtin. Ew dûcaniya 8 mehî ye û pirsgirêkên wê yê dil û gurçikan heye” bal li ser rewşa tendûristî û û derfetên girtiya polîtîk hat kişandin. Her wiha rêxistin bi girîngî destnîşan dike ku pêvajoya darazê ya derbarê Saada Khedirzadeh de ne li gor hiqûqa navnetewî ye û rewşa wê ya dûcanîbûnê tê piştguhkirin.

Nayê zanîn ku çima hêj girtî ye!

Çavkaniyên heremî destnîşan dikin ku piştî girtina wê şûnde ne ji girtiya siyasî Saada Khedirzadeh a dûcanî û dayîka dû zarokan û ne jî ji parêzvanên wê re nehatiye ragihandin ku ew çima hatiye girtin. Hat ragihandin ku girtiya siyasî ji bo protestokirina derfetên lê dimîne û nediyarbûna sedema girtina wê dest bi çalakiyê kiriye.

“Ez rastî îşkenceya derûnî têm”

Girtiya polîtîk bi qeydekî dengê xwe yê ji malbata xwe re şandiye li ser tendûristiya xwe û derfetên ku lê dimîne wiha dibêje: “Ez li girtîgehê dîl têm girtin. Berdana min tê astengkirin”. Her wiha di qeyda xwe ya dend de destnîşan dike ku ew rastî îşkenceya derûnî tê, bi nêzîkatiyên heqaretê re rû bi rû dimîne û her wiha rastî gef û şantajê tê.