Jineolojî: Zanistek ku hevsengiyê dixe nav civakê – GOTAR
Em ne li ser tevgereke jinan a klasîk diaxivin, em rasterast li ser “Zanista Jin û Jiyanê” diaxivin. Ev zanist hewl dide ku bi rêya rêbaza lêkolîn û dîrokê ya alternatîf pêşkêş bike
ERÎC EREFÊ
Navenda Nûçeyan – Gavên min ên ku ez ber bi panela rojnamevaniyê ve birim Navenda Jineolojî bû, ne tenê amadebûneke ji rêzê û derbasbûyî bû; lê belê ew werçerxeke ramanî û giyanî di nav qelebalixiya jin û mêrên ku fikarên hişmendiyeke alternatîf ew anîbûn cem hev bû. Ez bûm şahidê guftûgoyeke wisa ku bi asta herî bilind a giranbiha û kûrahiyê dihat birêvebirin; diyalogek ku min mîna wê di edebiyata klasîk a panelên mafên jinan de qet nedîtibû û ne jî bihîstibû.
‘Jin ne dijminê jinê ye, lê belê penageha wê ya ewle ye’
Li wir, di nav jiyana jinan yên balkêş, bandor û bihêz de ku şopeke rasteqîn li kûrahiya civaka me dikin, kelecana min a vemirî gur bû û di hundirê min de enerjiyeke tijî ewlehî û spasdarî ji dayik bû; enerjiyeke ku hebûna min a ku cîhanê hema bêje daqurtandibû, dîsa bi bîra min xist. Tiştê herî kûr ku ket nava rihê min û di dilê min de rûnişt, ev hevok bû: “Jin ne dijminê jinê ye, lê belê penageha wê ya ewle ye”. Di cîhanekê de ku çanda wê ya baviksalarî her tim hewl daye çîroka nakokî û hesûdiya jinan li dijî hev biçîne da ku hêza wan sînor bike, ev hevok hestek kûr a piştgiriya fikrî û derûnî diafirîne.
Spasdariya ku li vir tê pêşkêşkirin, ji hîsa spasiyeke ji rêzê derbas dibe û digihîje wan kesayet û rûmetên ku bi hişmendî û vîzyonek kûr şer kirin da ku vê navendê ava bikin.Da ku bibe keleheke zanînê ya ku jinan hembêz dike gava ku ew dikevin an jî di rêyên xwe de winda dibin. Cihek ku li ser bingeheke zexm a zanist, serbilindî û zanîna kûr, ku bûne bîra wan ku ew kî ne.
Zanista jin û jiyanê: Jineolijî
Gava ku em di kûrahiya wateya têgîna “Jinoelojî” de diçin, heyranbûna hestyarî derbasî qada matmayîna zanistî dibe. Ev peyv ji du beşan pêk tê: “Jin” ku di zimanê kurdî de tê wateya zayenda jinê (û ji heman koka peyva “Jiyan” e) û “Logy” ku tê wateya zanist an lêkolînê.
‘Rizgarkirina hişmendiya jinê, rizgarkirina bingeha civakê ye’
Em ne li ser tevgereke jinan a klasîk diaxivin, em rasterast li ser “Zanista Jin û Jiyanê” diaxivin. Ev zanist hewl dide ku bi rêya van xalên jêrîn rêbaza lêkolîn û dîrokê ya alternatîf pêşkêş bike:
- 1 Avakirina Antropolojîk (Zanista Mirovan): Ev zanist dibîne ku dîroka mirovahiyê bi nêrîneke desthilatdar û yekalî hatiye nivîsandin ku hilberîna zanînê di destê xwe de girtiye û rola jinê îzolasyon kiriye. Jineolojî li civakên dayîkê yên yekem vedikole, ku li wir jin dildara yekem a çandiniyê, bijîşkiya alternatîf û parêzvana aştiya civakî û pewendiya mirovî bû.
- 2 Rizgarkirina Zanistên Civakî: Armanca vê zanistê ew e ku zanistên civakî (psîkolojî, civaknasî û dîrok) ji wê nêrîna ku jinê wekî “babetekî bindest” an “qurbaniyek bêhêz” dibîne rizgar bike û wê wekî “kesayetek çalak” û afirînera şaristaniyê vegerîne cihê wê yê rasteqîn.
Jineolojî nabe dijminê mêr, bawer dike ku pergala ku hilweşiya ye, hatî çeloxarîkirin, şerpeze û mêr jî dîl girtiye û ew xistiye nav qalibên tundî û serweriyê. Ji ber vê yekê, rizgarkirina hişmendiya jinê, rizgarkirina tevahiya bingeha civakê ye. Parastina rasteqîn a jinê ya îro, ne bi dubarekirina dirûşman e, lê belê bi xwedîbûna wêrekiya rexnê ye. Em îro ne bi marjînalbûna bi wateya klasîk re rû bi rû ne, em rû bi rûyê nezaniyeke bêhiş in ku wateya azadiyê winda kiriye.
Rêûresman hişt ku jin bibin amûrek di çerxa bazirganiya serdemê de
Bi serdestbûna torên civakî yên virtual, doza jinê di gelek rewşan de veguherî babetekî xerckirinê yê pûç û bê naverok. Azadiyên şeklî li jinê hatin ferzkirin ku ew ji cewher û naveroka wê ya mirovî vala kirin û ew bêyî ku pê bihese, ber bi şerên zayendî yên xeyalî û şerên hebûnê yên hov li dijî mêr û civakê ve hat dehfdan. Ev nezaniya ku xwe di bin maskeya azadiyê de veşartiye, hişt ku jin kumpasa xwe û koka xwe ya çandî û zanistî winda bike, li şûna ku bibe hevparê avakirina raman û paşeroja mirovatiyê, bibe amûrek di çerxa bazirganiya serdemê de.
Ji vir, nirxa çarenûsaz a avakirina navendeke lêkolînê ya pispor di warê Jineolojî de dertê holê. Ev navend ne tenê fanteziyeke çandî ye, pêwîstiyek û binesaziyeke fikrî ye ku her jin û her mêrek di civaka me ya îro de hewcedarê wê ye. Ew wekî referansek birêkûpêk, hişmend û lêkolîner e ku doza jinê ji aloziya valahiya dîjîtal û neyêniyên wê rizgar dike, da ku hişmendiya wê li ser bingehên zanistî û xurt ava bike. Hebûna referansek bi vî rengî, rê nîşanî jinê dide û rûniştina wê zelal dike û wê bi nasnameya wê ya zanistî serbilind dike, ne bi nasnameya wê ya xerckirinê.
Bi kurtasî, qadek bi ewle ye ji bo vegerandina jiyan û hişmendiyê ber bi rêça wan a xwezayî ku li ser bingeha temamkeriya mirovî ya afirîner hatiye avakirin.*
*Rojnamevana Misr