Jineolojî li JinWarê komxebatek li dar xist
Bi boneya nêzîkbûna 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îro Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêk Komxebatek li JinWarê li dar xist.
Hesekê- Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê îro Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebatek li gundê JinWarê li dar xist.
Komxebat li Akademiya JinWarê bi tevlîbûna dehan ji jinên JinWar, Rîma Îsa ,Jinên biyanî, Kongra Star a kantona Hesekê, endam û rêvberên Akademiya Jineolojî amade bûn. Akademiya JinWar bi berhemên ku jinan li ser destê xwe çêkirine hatibû xemlandin.
Komxebat ji aliyê Berdevka Akademiya Jineolojî Zerîban Hisên hate dayîn.
‘JinWar cihê avakirina xebûn, zanebûn û hêza jinê ye’
Zerîban Hisên tekez kir ku vekirina gundê JinWar bersive ji hişmendiya baviksalarî ku jin li xwe vedigre, xebûn û hêza xwe ava dike û wiha anî ziman:” Di 25'ê Mijdara 2018’an de gundê JinWar hate vekirin bi armanca ku jin li xwe vegere, ji bo xwe jiyan bike û bi zanista jinê xwe pêşbixe. Vekirina gundê JinWar gavek dîrokî ji bo avakirina xebûn, zanebûn û hêza jin e . Jinên ku di JinWar jiyan dikin ji bo xwe jiyan dike ,ji bo xwe ked dide û xwe zane dike, Ji ber ku jin di nava civakê de nikare biryar ji bo jiyana xwe bide.”
‘Pêwistî bi tekoşînek domdar heye’
Zerîban di ber dewama axaftina xwede balkişand li ser rêgirtina cureyên tundiyê û wiha got: ”Em dixwazin zihniyeta ku jin wekî zayendek lewaz tê dîtin bişkînin. Bi derkerketina Tevgera Azadiya Kurdistan û bi şoreşa me jin gihîşt wê baweriyê ku jin dikare bê mêr jiyan bike û jiyana xwe ya komînal bijî. Îro li Bakur u Rojhilatê Sûriyêyê jinan amadekirina avakirina Hevpeymana Civakî a jinan dikin ,ev hevpeyman dê jinan ji hemû cureyên tundiyê biparêze.”
‘JinWar Akademiya zanebûnê ye’
Endama Nexweşxaneya Şifa Jin Mizgîn Raşid da zanîn ku JinWar Akademiya zanebûnê ye û wiha axaftina xwe domand: “Îro em li JinWarê bi xwe xwe birêve dibin, çi di mile parastin, aborî, civakî û hwd. Yê ku dixwze xwe pêşbixe û bibe xwedî hêz û xebûn were li Jin War jiyan bike. Jinên ku li JinWarê jiyan dikin jiyanek azad wekhev û komînal dûrî cureyên tundiyê dijîn. Em dixwazin her jinek gundê Jin Warê nasbike, serdan bike û li rastiya xwe vegere. Armanca me sereka ku em hişmendiya baviksalarî ku bi hezarê salan li ser me hatiye ferizkirin di mêjiyê xwe de bikujin û xwe ji qeyd û bendên vê sîstemê xelas bikin.”
Di berdewamiya komxebatê de sinevzîyon li ser cureyên tundiyê hate pêşkêşkirin. Her wiha niqaş li ser girîngiya avakirina Hevpeymana Civakî a jinan û pêşxistin zanista jin hat kirin.
Di dawiya komxebatê de dayik û zarokên gundê JinWar stran û şano li ser bilindkirina asta tekoşîna li dijî Tundiya li ser jinê pêşkêş kirin.