‘Jineolojî dê ji gelek pirsgirêkên civakê re bibe çareserî’

Jinên ku beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku di roja sêyemîn de didome bûn, diyar kirin ku ew bi ruhê "Jin, jiyan, azadî" hatine cem hev û tekez kirin ku perspektîfa ji pirsgirêkên jinan û civakê re bibe çareserî di Jineolojiyê de ye.

Hollanda – Li Holandayê, di navbera rojên 16-18’ê Cotmehê de bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad" ve Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hat lidarxistin.

Konferansa ku ji aliyê endamên Akademiya Jineolojiyê û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê ve hat organîzekirin, bi mijara sereke ya "Di avakirina jiyana demokratîk û komunal de rola Jineolojiyê" di 16’ê Cotmehê de dest pê kir.

Di konferansê de zanîn û ezmûna ku di nava zêdetirî deh salên xebatên têkildarî Jineolojiyê de li Ewropayê kom bûne, têkoşîna ji bo azadiya jinan, hilberîna zanîna alternatîf, jiyana kolektîf, perwerdeya demokratîk û hevgirtina komunal hatin destgirtin. Her wiha armanca vê çalakiyê ew e ku rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de bi pêş bixe û ji bo pêvajoya pêşiya me nexşeriyek diyar bike.

Di konferansa ku li bajarê Haleen ê Hollandayê hat lidarxistin de, ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê zêdeyî 100 delege beşdar bûn. Ji derveyê xebatkarên Jineolojiyê, meclîsên jinan û nûnerên rêxistinên komînan, dayîkên şehîdan, nûnerên ciwan, bawerî, çand-huner jî tevlî konferansê bûn.

Konferans, di roja xwe ya seyemîn de didome. Delegeyên ku beşdarî konferansê bûn, ji ajansa me re axivîn û li ser girîngiya konferansê nirxandin kirin.

‘Peyama Rêber Apo bi jinan re kelecan çêkir’

Hunermenda Kurd Bermal Çem a beşdarî konferansê bû, diyar kir ku jinên ji gelek welatên cuda beşdar bûne û got: “Konferans gelek rengîn derbas dibe. Jineolojî bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ket. Peyama Rêber Apo di konferansê de hat xwendin û di nava hemû jinên de bû sedema kelecanek. Îro li vir gelek mijarên girîng tên nîqaşkirin. Li ser çareserî, înşaya nû, nirxên exlaqî û estetîk û qadên çand û hunerê nîqaşên girîng tên kirin.”

Bermal Çem bi gotinên; “wekî ku di vê konferansê de jî tê fêmkirin, her jinek hem xwe, hem jî hêviya pêvajoya nû di nava Jineolojiyê de dibîne” destnîşan kir ku Jineolojî hem ji pirsgirêkên jinan hem jî ji yên civakê re li çareseriyan digere.

Bermal Çem, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em dizanin ya ku dê bibe derman ji birînên jinan re, Jineolojî ye. Her wiha ya ku dê bibe dermanê birînên civakê jî Jineolojî ye.”

‘Em di konferansê de li ser pêvajoya nû nîqaş dikin’

Kira ya ji Elmanyayê beşdarî konferansê bû, anî ziman ku cara ewil di sala 2019’an de Jineolojiyê nas kiriye û wiha axivî: “Em gelekî kêfxweş in ku li Ewropayê konferanseke Jineolojiyê li dar dixin. Em hemû li benda vê rojê bûn. Em niha di qonaxeke nû ya avakirina civakî de ne lewma rola Jineolojiyê ji bo me roleke jiyanî ye. Jinên ji welatên cuda yên wekî Îtalya, Fransa, Elmanya û bêguman ji Kurdistanê li vir kom bûn. Armanca me ew e ku em li ser însiyatîfên têkildarî Jineolojiyê nîqaş bikin û vê qonaxa nû ji nû ve binirxînin. Em hem bi hêvî ne hem jî baweriya me bi vê konferansê û xebata me ya kolektîf tam e. Em bawer in ku em ê encamek baş bigrin.”

‘Em bi ruhê “Jin jiyan azadî” hatine cem hev’

Endama Akademiya Jineolojiyê Lîna jî bi gotinên; “Ev konferansê ji bo me gaveke gelek girîng e” diyar kir ku di konferansê de şêwazên nû yên rêxistinbûnê û perspektîfên pêvajoya nû tên destgirtin.

Lîna, diyar kir ku ji bo zelalkirina biryarên nû, gavên bên avêtin nîqaş berdewam dikin û got: “Di konferansê de sernavên wekî çawaniya pêkanîna guherîna civakî û rola Jineolojiyê ya di vê veguherînê de hatin nirxandin. Em ê sernavên metodolojiyên lêkolîn û perwerdeyê yên Jineolojiyê jî nîqaş bikin. Di salên borî de me di van qadan de ezmûneke girîng bi dest xist. Em ê binirxînin ka me bi taybetî li Kurdistanê û Ewropayê li ku derê çi kêmasî kirine û çima lêkolînên me di çarçoveyeke sînorkirî de mane. Îşev jî wê şevbêrka me hebe. Jinên ji çandên cuda û cihên cuda hatine vê derê û ev yek jî dewlemendiyeke mezin e. Zanîn dikare bi gelek aliyan were îfadekirin, çand û huner jî aliyekî vê ye.”

Lîna, da zanîn ku wê di roja sêyemîn a konferansê de nîqaş bigihîjin encamek û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêşniyarên şênber hatin pêşkêşkirin û em ê careke din wan di ber çavan de derbas bikin. Bi vî awayî em ê biryarên kolektîf bigrin. Em pir bi kelecan in û ji bo pêvajoya nû bi hêvî ne. Em bi rihê ‘Jin, jiyan, azadî’ hatine cem hev û ev yek ji bo me pir girîng û pîroz e.”