Jinên Yemenî bi rengkirina dîwaran bal kişandin ser tundiyê

Jinên Yemenê di çarçoveya çalakiyên 16 rojan ên li hemberî tundiyê de dîwar reng kirin. Çalakiya ku ji aliyê jinên Yemenê ve rastî eleqeyek mezin hat dê 5 rojan bidome.

NOOR SURİB
Yemen – Jinên Yemenê di çarçeva çalakiyên 16 rojan ên li hemberî tundiyê de ji bo jin di aliyê derunî de xwe baş hîs bikin li bajarê Meribê dîwar reng kirin. Di nava 60 jinên tevlî çalakiyê bûn de jinên berê tundî dîtine û karîne xwe ji tundiya mêran rizgarbikin jî hene. Dê çalakiyên ji bo başkirina deruniya jinên rastî tundiyê hatine ku ji aliyê saziya parastina mafê mirovan a Yemenê Enough hatîn organîzekirin 5 rojan dom bikin.
Ji rêveberên saziyê Heyfa El-Ehsamî sedema lidarxistina van çalakiyan wiha anî ziman: "Çalakiyên me yên ji bo başkirina deruniya jinan wê heyanî 5 rojan bidûmin. Ev çalakî bi armanca peydakirina piştgirîya derûnî ji jinên ku ji şîdeta zayendî rizgar bûne û ji alîyê Sindoqa Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ve tên fînasekirin tên lidarxistin. Hejmarek ji jinên ku beşdar bûne jinên ji tundûtûjiyê rizgar bûne ku ji wan re malek ewle hatiye dabînkirin ji bo parastin û lênêrîna wan, her wiha bihêzkirina wan di warê aborî de. Hindek ji wan jinan ji mala ewle derketine û pîşeyên wan hene ku bi pîşeyên xwe debara xwe dikin. Hinek ji wan serbixwe dibin û di warê aborî de xwe dispêrin hêza xwe, hindek jî heya niha di mala ewle de ne. Ew di nav bernameyên piştgiriya derûnî û kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya zayendî de jî cih digirin."
Di çalakiyan de dê ji bo 15 jinan bi amûrên çêkirina pasta destek were dayîn da ku di warê aborî de hêza wan bê xurtkirin û bi dabînkirina pêdiviyên pêwîst hunera xwe pêş bixin.