Jinên Yemenî beşdarî Konferansa Aştiyê ya Cîhanê bûn
Beşdarên Yemenî di Konferansa Aştiyê ya Jinan a Cîhanê de, destnîşan kirin ku ew aktorên aştiyê ne. Beşdaran, balkişandin li ser rola jinan ya veguherandina herêmên pevçûnê ya ji bo navendên hêvî û aştiyê.

FATMA REŞAD
Yemen – Li Bajarê Cheongju ya Koreya Başûr, ji aliyê Koma Aştiyê ya Jinan a Navneteweyî (IWPG) ve Konferansa Aştiyê ya Jinan a Cîhanê hate li dar xistin. Ji konferansa ku bi dûrişmeya “Ji Pevçûnan Wêdetir: Pêşengtiya Jinan a Ber bi Aştiyê û Başbûnê ve” hate li darxistin, ji 44 welatan zêdetirê 800 jinên pêşeng, siyasetmedar, çalakvan û nûnerên civaka sivîl beşdarbûn. Di çalakiyê de, hate destnîşan kirin ku jin ne tenê mexdûrên pevçûnê ne, damezrîner û berdewamkarên aştiyê ne.
Ji konferansê re, ji Yemenê jî nûnerên jin beşdarbûn. Rojnamevana Yemenî Ahlem Selam a bi rêya rêxistina "Ragihîrenaran Ji Bo Aştiyê” (Media Women for Penace) beşdar bû, ji ber hewildanên xwe yên belavkirina çanda aştiyê ya bi rêya medyayê, ji aliyê IWPG’ê ve nasnava "Balyoza Aştiyê" hate xelat kirin. Di heman demê Mûsteşara Wezîrê Çandê ya Yemenê Faîza Abdulrab Salîm jî, ji ber têkariyên xwe yên projeyên aştiyê yên ji bo jin, ciwan û zarokan, plaketa rûmetê wergirt.
Rola jinan a di avakirina aştiyê de
Beşdarên di konferansê de axivîn, destnîşan kirin ku jin di avakirina aştiyê de kirdeyek çalak in. Di bin dirûşmeya "Em avakerên aştiyê ne" de, jinên pêşeng ji herêmên pevçûnê hatin, peyamên rasterast ji cîhanê re ragihandin. Yek ji van jî Wezîra berê ya Maliyê Bouaré Bintou Founé Samaké bû.
Tercûbeya Mindanao ya li Fîlîpînan, bi minakên mîna li Mongolyayê entegrekirina çanda aştiyê ya ji bo saziyên leşkerî, hate destgirtin ku jin herêmên pevçûnê çawa vediguherînin qadên başbûn û aştiyê. Her wiha girîngiya perwerdehiya aştiyê û sazûmankirina wê ya ji bo misogerkirina domdariya aştiyê ya di nav nifşan de jî hate tekez kirin.
Di çarçoveya konferansê de komxebatek bi navê "Malbata Aştiyê" ya 90 lîderên jin beşdar bûn jî hate li dar xistin. Di vê komxebetaê de stratejiyên pratîkî yên rola jinan a di mîsogerkirina aştiya mayînde de bihêz bike, hate nîqaşkirin. Di çalakiyan de fealiyetên çandî, pêşangehên hunerî cihgirt û konferans bi 8 zimanan bi awayekî zindî hate weşandin.
Seroka Koma Aştiyê ya Jinan a Navneteweyî Na Young-jun, diyar kir ku rûxmê şer û pevçûnan kombûna lîderên jin ên ji welatên cûda ya di bin heman banî de, ji bo hilberandina çareseriyên pratîkî yên ji bo aştiya mayînde zemînek binirx ava dike.